Kultur

Daxûyaniya dezgehê Bas û rastiyek

Basnews di nûçeyekî de dide kifşkrin ku, tu pêwendiya Faysal Dagli li gel Basnews nemaye. Ev nûçeya Basnews di derbarê dûrxistina Dagli ji dezgehê madyayê ye. “ Berpirsê Dezgeha Medyayî ya Bas, Botan Tehsîn ragihand, ti têkiliyeke rojnamevan Faysal Dagli, ku li Tirkiyê berpirsê giştî yê rojnameya BasHaber (tirkî) û BasNûçe(kurdî) bû, bi Dezgeha Medyayî ya Bas re nemaye. Botan Tehsîn di daxuyaniyekê de ragihand ku êdî têkiliya rojnamevan Faysal Dagli, ku li Tirkiyê berpirstiya heftenameya BasHaber/BasNûçe dikir, bi Dezgeha Bas re nemaye. Botan Tehsîn da xuyakirin ku veqetiyana Faysal Dagli ji Dezgeha Medyayî ya Bas “siyasî” nîne tenê ji ber sebebên îdarî ye û da zanîn, vê gavê weşana BasHaber/BasNûçe hatiye sekinandin lê sala bê dê bi awayekî bihêztir dîsa dest bi weşanê bike. Berpirsê Dezgeha Medyayî ya Bas Botan Tehsîn destnîşan kir ku Dezgeha Bas ti carî guvaşa siyasî nexistiye ser ti karmendekî xwe û her gav girêdayî pîvanên gerdûnî yên rojnamevaniyê bûye û ti carî ji vê rêkê dernakeve.“Dawiya daxuyaniyê de tû gotin ev ne pirsek siyasiye û tu cara dezgehê Bas govaşa siyasî nxistiyl li ser karmendên xwe. Di rastiya xwe de her dezgehek medyayî di cîhanê de xwedî perspektifek siyasî û civakiye. Di serîde nirxên ku Dezgehê Bas li ser hatî avakirin û helwesta dagli li gel hev nedigunca.Li Bakurê Kurdistanê rexneyek cidî li beşek medya Başûr tê kirin. Tê gotin ku; Beşek medya Bakur û taybetî medya xwe li ser xetek netewî dibîne propaganda PKKê li Bakur dikin. Ev yek ji bo Rudaw û Kurdistan 24 tê gotin. Bi sedan minakdi vê derbarê de hene.Hêvî ewe ku ew medya ku behsê tê kirin li Bakur siyaseta xwe ya bi kurdiya latini biguherin behtir bikeve xizmeta xetek netewî de. 

Back to top button