Civak

Daxuyaniya Barzanî bi minasebeta 40 rojiya wefata dayikê wî

Dayîka min a delal…

Rêzlêgirtin û wefa ji bo dayîkê, beşek ji erk û adetê ayînî û mirovayetiya me ye. Ji ber vê, ez munasebeta wefata çil rojiya dayîka xwe dikim firset ji bo arastekirina peyama rêz, wefadarî û evîniya xwe. Hem ji bo ruhê pak ê dayîka xwe, hem jî ji bo gelê me yê delal, dost û hemû kesên ku beşdarî di pirsîna dilniyayiya me de kir.

Wendakirana dayîkê ji bo her mirovekî astengeke nepayî ya giran e. Veqetîn ji hest û sozê dayîkê ji bo mirovekî di her temenê de estem e, bi taybetî ji dayîkeka ku mîhrîbaniya siya wê bi ser hemû hevraz û nişêvên jiyana mirov ve hebe. Jiber vê jî rêz û serçimandin ji bo dayîkê her demê pêwîst e, heta ger di jiyanê de nemabe jî.

Dema bavê min li Rûsyayê bû, heta ew vegeriya, dayîka min bi westan û fedakariyeka mezin hewayek afirand ku ez hîs bi dûrbûna bavê xwe nekim. Di wan salan de, ew ji bo min hem dayîk û hem bav bû. Wê ne her tenê bi ser min de, belkî bi ser her pêşmergeyekî û hejarekî de sozên daykaneyî dibarandin.

Dayîka min a delal, mimkun e gelek kes wiha zanibin ku gelê me û nifşê nû, zehmet, ezîyet û têkoşîna we ya ji bo gel û niştiman a bi bavê min re û ya piştî wî ji bîr dike. Lê helwest û sozê gelê me bi kal, pîr û xortan ve, ji hemû sinif û tebeqeyan, ew yek îspat kir ku wefaya vî gelê han ji bo têkoşer û dilsozên xwe heye. Hemû gelê me; ji hemû aliy vane, heta ew aliyên ku ji hêla siyasî ve dijîtîya wan hebû, bi dilxwazî, rêz û evînîya ji heddê der xwedan tebayî helwêst bûn.

Îhtîmal e gelek kesan ev çaverê nedikir, lê tawsiyeya te hemû wextê tebayî û birayetî bû, ji ber vê asayî bû ku heta koça te ya dawiyiyê jî bibe sebebek j bo coşandina xwestina tebayî û birayetiyê. Ew xelkê di wê germayiya havînê de bi seetan bi rêz radiwestan û çaverê dikir ku beşdariya li pirsîna we bikin, tu handerek li pişt wê zehmetî û erkkêşanê tunebû, ji bilî wefa û rêzê.

Ne tenê li bajar û bajarokên Kurdistanê, heta li bajarên Iraqê di sewiya resmî û gelêrî de ji aliyê dostan, serok, şexsîyet û partiyên welatên din ve jî wiha bû ku ciyê sipas û pêzanîna me ye.

Lê ew soz û rêza ku xelkê hejar û malbatên şehîd û enfalkiriyan bi erk û zehmetiyek zêde ve diyar kir, ji bo me ciyê dilgermî û dilxweşiyê bû.Ew hemî hevxemî û dilsozî îspata wê ye ku gelê me hemî wextê palpişt û pabendê wefa û ciyê piştlêgirêdanê ye. Bi rastî piştî min ev hemû rêz û teqdîr dîtin, barê min siviktir bû.

Dayîka min a delal, te ciyê xwe li ba her mirovekî têkoşer û mirovdost girtiye. Xelkê Kurdistanê ji xwe navê we danîbû “dayîka hejar û pêşmergeyan”, ev jî mezintirîn şanazî ye ku ez kurê dayîkeke weka te bim.

Tewsîye û wesîyeta te her wextê dê di guhê me de bimîne û bi alîkariya Xwedê em wê navêjin pişt guhê xwe. Ez ê hemû imkanên xwe têkim bin xizmeta tebayî û bextewerîya gelê me.

Dayîka min a dilsoz, te hînê min kir ku ez bi awakî rastîn muameleyê bi jiyanê re bikim û em bizanin ku her insanek dawiya wî heye. Kesek ji me ne ji derveyî vê encamê ye. Lê nemirî û serwerî ji bo wan insanan e ku li ba gelê xwe xwediyê ciyekî rêz û evîniyê be. Ev serwerî jî ji aliyê gelê te ve ji te re hatiye bexşandin. Ruhê te şad û ciyê te beheşta berîn be.

Di vê nivîs û munasebetê de, ciyê wê ye ku ez careke din sipasî hemû çîn, tebeqe, kesayetiyên ayînî, siyasî, civakî, hemî partî û alî yên gelê me bikim ku bi wî awayî erk û zehmetî kêşan ji bo beşdarîyê bikin di pirsîna dayîka min de. Her wiha sipas û pêzanîna min heye ji bo hemû nunerên partî û pêkhatiyên gelê Iraqê. Sipas ji bo hemû serok û şexsîyetên siyasî û ayînî yên welatên dost ku çi bi heyet, yan name û telefonê hevxemiya xwe ji bo me ragihandin. Em palpiştî, xwestin û jîriya gelê xwe piştsitûr in û em pena bi Xweda dibin ji bo bi tebayî, yekrêzî, bi girtina li ber xwe ya riya xebata aşîtîxwazî û serdemî ya ber bi dahatiyeke ronahî ya şayisteyê vî gelî ye, ku daxwaza hemû têkoşerên me yên dilsoz bûye, em gavan diavêjin.

Mesûd Barzanî

Back to top button