Daxuyaniya 133 dezgehên sivîl
Li ser bûyerên ku çêdibin û azad nekirina girtiyên ku bûyîn parlementer û rewşa Hatib dicle li Diyarbekirê 133 dezgehên sivîl daxuyaniyek belav kirin. Bi navê 133 dezgehên sivîl serokê Baroya Diyarbekirê Emîn Aktar axaivî.
Aktar di axavtina xwe de got: Di pêvajoya hilbijartinan de biryarên Dezgehê Bilind yê Hilbijartinê(YSK) bû sedema nexweşiyan. Taybetî îptalkirina parlementeriya Dicle û azad nekirina girtiyên ku hatin hilbijartin bû sedem ku tundî û tevlîhevî pêkwerê. Divê herksesek rêzê li dengê gel bigre. Îrada gel e ya girîng. Divê çareseriyek ji vê pirsê re bête dîtin. Dema parlemento bicivê divê li ser vê pirsê bisekine û rê bide ku herkes di parlementoyê de bête temsil kirin. Divê gavên bêne avêtin ku rêya çûyina parlementoyê veke.
Herweha Emin Aktar da xuyakirin ku, van dezgehên sivîl komiteyek ji 15 kesan avakirine û ewê hewlbidin ku ji bo çareseriya pirsgirêka heyî diyalogê li gel serokkomar û serokwezîr deynin.