Polîtîk

Daxaza yekirina alayê Kurdistanê tê kirin

Grûpa Ala ya parastina alayê Kurdistanê di nameyekê de daxaz ji serokê Kurdistanê kiriye ku ji bona rêxistin û yekirina alayê Kurdistanê konferenseke kurdistanî bê saz kirin.
Çekdar Cemal berprisê ragehandina Grûpa Ala di daxuyaniyekê de diyar kir ku grûpa wan nameyak ji Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê re şandiye û daxaz jê kiriye ku ji bona yekirina alayê Kurdistanê konferenseke sertaserî ji nûnerên hemû parçeyên Kurdistanê bê sa kirin.

Çekdar Cemal ji malpera Xendanê re got:
– Me bi karekî fer dît ku konferenseke sertaserî ji hemû parçên Kurdistanêtê de başdar bin bê saz kirin, ji ber ku di gelek minasebetan de  li her çar parçeyên Kurdistanê her kes û alî bi kêfa dilê xwe alayê Kurdistanê bilind dike û nîşan dide. Em dixazin di konferenseke bi vî awayî de alayê Kurdistanê bê yekirin û li sertaserî Kurdistanê bi tenê Aleyekê yekgirtî hebe.

Berpirsê ragehandina grûpa Ala di berdewamiya axavtina xwe de got ku ew bi hêvîne ku serokatiya herêma Kurdistanê li ser pirojeyê wan razî bibe û bi bernameyekî zengîn û zanistî ji aliyê şareza û pispotên Kurdistanê  ve konferens bê saz kirin

Weke tê zanîn hema bêje li hemû derên Kurdistanê yek alayê Kurdistanê tê bilind kirin û nîşan dan, lê  mixabin PKK û yên ser bo wê ve heta noke alayê Kurdistanê qebûl nekiriye û di minasebatên xwe de blind nakin.

Back to top button