Dawudoglu: Yekêtiya Îraqê di destê Bexdayê de ye
Wezîrê derve yê Tirkiyeyê di hevpeyvîneke xwe de digel kanala Skyturk behsa rewşa nû ya Îraqê û helwesta Tirkiyeyê li hember wê rewşê dike û dibêje berpirsiyariya yekêtiya Îraqê di destê Bexdayê de ye.
Li gor ajansa nûçeyan Anadolu, Ehmed Dawudoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê di hevpeyvîna xwe de destnîşan kiriye ku, dermanê Îraqê çavkaniyên enerjiyê ne û divê ew çavkanî di demek kurt di bigihin bazarên cîhanê daku, rewşa gelên Îraqê baş bibe:
– Li gor destûra bingehîn a Îraqê, em dixwaz in neft û gaza li bakurê Îraqê bigihînin dinyayê. Divê ev yek berdewam bike. Bi vî awayî dê rewşa gelê Îraqê baş bibe. Ev ji bo paşeroja Tirkiyeyê jî baş e. Li ba cîranên Tirkiyeyê çavkaniyên zengîn hene û li cem me jî kêmasiya enerjiyê heye. Divê em vê qederê biguherîn in û çavkaniyên derdûra xwe ser Tirkiyeyê re bigihînin dinyayê.
Dawudoglu got ku, bi salane Tirkiye dixwaze li Telefirê pevçûnên navbera tirkmenên şiî û sunî de çareser bike û ji bona vê yekê nûnerên wan gelek caran li Stenbulê civyan û peywendî deynane:
– Xwezî hewildanên me yên li wir bigihiştana encamekê, xwezî Malikî pêşniyarên me yên dostane bidîtana û serokên sunî jî tevlî pêvajoyê bikirana.
Wezîrê derve yê Tikriyeyê serdana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Diyarbekirê bi yek ji bûyerên giringên sedsalê wesif dike û dibêje:
– Mitînga ku serokwezîrê me li Diyarbekirê bi Mesûd barzanî re kir yek ji bûyerên herî giing ên sedsalê bû. Berprisiyariya yekêtiya Îraqê beriya her tiştî destê Bexdayê de ye. Divê pêşiyê Bexda gavan pavêje. Miaşên herêma kurdan nehatine dayîn. Em çawa dikarin behsa yekêtiya neteweyî bikin. Em tim dibêjin ji bo kurdan biryara herî baş yekêtiya Îraqê ye û ew ji bo me jî giring e.
Dawudoglu dibêje ku, yên ku hewil didin şerê kurd û tirkan derxin dê hêviyên wan vala derkevin û pêvajoya çareseriyê hem siyasete navxwe ya welêt û hem jî siyaseta deve ye.