Cîhan

Dawiya salê tu leşkerên me li Iraqê namînin

Serokê Amerîka Barak Obamma ragihand ku, li Iraqê dawiya şer hatiye û heta dawiya salê leşkerên Amerîka hemî ji Iraqê derdikevin.

Obama li Qesra Sipî daxuyaniyek da û got ku, wî pêwendiyek telefonî li gel Malikî serokwezîrê Iraqê kiriye û heta dawiya salê leşkerên Amerîka ji Iraqê derdikevin.

Di vê derbarê de Obamma got:Me û Malikî lihevkiriye ji bo pêwendiyên navbera herdu welatan de komiteyek hevbeş bête avakirin.Min Malikî vexwandiye Amerîka.

Obama da xuyakirin ku dê sala nû de pêwendiyên Amerîka û Iraqê bibin pêwendiyên siruştî di navbera du welatan de.Ji bo perwerda leşkerên Iraqê mayina hijmarek Amerîkî li Iraqê hejî tê gotubêj kirin.

Back to top button