Polîtîk

Davutoglu: Ser sera ser çava..

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu ji bo kongreya partiya xwe ya şaxê Sêrtê, li bajarê Sêrtê bû. Davutoglu axavtinek kir û behsa rewşa hukumetê kir. Herweha Davutoglu bersiva serokê MHPê Bahçelî bi zimanê kurdî da.

Davutoglu ji bo projeyek a sistema îdarî li Tirkiye daxwaziya hevdîtinê li hemû serokên partiyên siyasî kir. Li gel serokê CHPê Kiliçdaroglu û li gel seroka IYI Partiyê hevdîtin pêkanî.

Serokê AKPê Erdogan hêja bersivek nedaye davutoglu. Lê serokê MHPê daxwaziya Davutoglu red kir. Di kongreya Sêrtê de Davutoglu bersiva Bahçelî da û got ku, Bahçelî ji bo pêwendiya min li gel Kurda acize û ji min re dibêje”serok Ehmed” ji bo vê jî daxwaziya mina hevdîtinê qebûl nekir. Ez jî li Sêrtê bersiva vî didim: Ser sera ser çava…

Back to top button