Polîtîk

Davutoglu: Ev hilbijartina aramî û kaosê ye

Ahmet Davutoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye beşdarî li hevpeyvîneke televizyonî kir û behsa kar û xebatên Wezareta Derve û hilbijartinên herêmî yên Tirkiye kir.

Davutoglu ku li gel Ulke Tv hevpeyvîneke taybet kir behsa girîngiya vê hilbijartinê kir û got: Her çende eve hilbijartinên Herêmî ne, lê belê ev hilbijartin, hilbijartina aramî û nearamî û kaosê ye. Em dixwazin hemû hemwelatiyên Tirkiyê bi vî çavî temaşa hilbijartinan bikin û girîngiya wê baş bizanin.

Her wiha Davutoglu da zanîn ku ew wekî AKP li hemû bajarên Tirkiyê hene, lê belê bi ittîfaqa CHP, BDP û MHP dixwazin Tirkiye perçe bikin û wekî Iraq û Suriye şerê mezhebî bidin destpêkirin.
Back to top button