Davos û serokê Kurdistanê
Forma Ekonimîk a Davosê, di cîhanê de girîngtirîn forma siyasî, ekonomî û civatiye. Hersal li Swissre bajarokê Davosê bi sedan serokdewlet, akademisyen, serokên şîrketên mezin, rewşanbîr û kesayetên girîng kom dibin.
Li Davosê hevdîtinin gelek girîng û biryarên ku siyaset û ekonomiya cîhanê dîzayn dike tên standin. Ji bo vê jî amadebûna Davosê gelek girîng e. Bi taybetî îsal vexwandina serokê Kurdistanê ji bo kurdan, ji bo têgihandina rewşa kurdan di cîhanê de û ji bo nasandina rastiya kurdan ji aliyê siyasî û civakî ve gelekî girîng e.
Ji sala 1991ê ve Kurdistana Başûr azad e. Lê heta niha kurd bi tu awayê bi fermî ne vexwandinê Davosê. Dema mirov pêvajoya tevgera kurd têre derbas dibe û rewşa Başûrê Kurdistanê baş binirxînê sedemê vexwandina serokê Kurdistanê jî derdikeve holê.
Cara yekem e di dîroka Tevgera kurd de, kurd statoyek fermî di formek ku qedera cîhanê diguherê de bi awayek hêz amade dibin.
Ev delîlê wêye ku hêdî di serokatiya Mesud Barzanî de kurd bûne aktorek bingehînin di Rojhilata Navîn de. Heta mirov dikare bije ku hêdî tewezina ekonomiya hinek welatan li Hewlêr re derbas dibe.
Serokê Kurdistanê li Davosê gelek hevdîtinên girîng pêkanîn, serokê dewletan re, berpirsên partiyên siyasî û tevgerên siyasî û civakî di cîhanê de û herweha berpirsên hinek şîrketên ku bandora xwe li ekonomiya cîhanê dikin re hevdîtin pêkanîn û rewşa herêmê nirxandin.
Bê goman di rojên pêşîya me de wê pirêzeya hevdîtin û çelakiyên serokê Kurdistanê Li Davosê pêkanîn di siyaseta herêmê de gelek berbiçav bixweyê.
Rojeva siyasî li Rojhilata Navîn di vê qonaxa ku em têre derbas dibin de, bi pirsa kurd dikele.
Li Kurdistana Başûr, alozîyên di nav Hukumeta Kurdistanê û ya Iraqê de heyîn bandora xwe li siyaseta herêmê dike. Kurd bi awayek yasayî li mafên xwe xwedî derdikevin û gelek vekirî dan xuyakirin ku, hêdî kesek li gora dilê xwe nikarê tecavûzê mafê kurdan û xaka Kurdistana Başûr bike. Kurdan siyasî û dema pêwistbe lêşkerî jî hêza xwe dan nîşandan. Rêya ku kurdan li Başûr ji bo parastina mafên xwe hilbijartîn alîkariya cîhanê jî da pişta xwe.
Li Kurdistana Rojava guhertinên çêdibin rolê serokê Kurdistan çareseriya pirsa Suriye û herweha destkeftina mafên rewa yê gelê kurd li Suriye de gelek vekirî derketiya holê. Ji aliyek din Serokê Kurdistanê bûye demana destkeftina mafê kurdan li Rojavayê Kurdistanê. Hewlêr piştevaniya Kurdistana Rojava bi awayê pêwîst dike.
Kurdistana Bakur berbi pêvajoyek taybet ve diçe. Sekinandina şerê ku li Bakur heyî tevgera kurd pêşve dibe û herweha reya çareseriya pirsa kurd vedike. Di vê pêvajoyê de rolê serokê Kurdistanê cardin bûye bingehîn û herdu alî jî dixwazin serokê Kurdistanê bi vî rolê xwe yê erênî rabe.
Serokê Kurdistanê jî gelek caran daye xuyakirin ku, ew ji bo serkeftina rêya diyalogê amadeye tişta ku bikeve li ser milê wî pêkbîne.
Mirov dikare bije bi çûyîna Mesud Barzanî ya Davosê cara yekemîne ku pirsa kurd gelek erênî ket di nav rojeva siyasî ya cîhanê de.
Di dîroka tevgera kurd a siyasî de, roja tevlîbûna serokê Kurdistanê ya Davosê, wek erênîtir gav bê destnîşankirin.
29.01.2013
Dara Bilek