Civak

Darizandina Lahur û girtiyên Lalezarê ji bo demek ne diyar hate paşxistin.

Îro saet 10:00ê sibê, darizandina Lahur Şêx Cengî, birayê wî Polad Cengî û girtiyên Lalezarê li Dadgeha Cezayê ya Duyemîn a Silêmaniyê pêk hat. Di dadgehê de alozî derket.

Di rûniştina berê ya 7ê Gulanê de, rûniştina din ji bo 14ê Gulanê hatibû destnîşankirin. Her çend Bafil Talabanî û Kubad Talabanî diyar kiribûn ku ew ê amade bin jî, ew amade nebûn. Konsulên Brîtanî û Hollandî, digel nûnerên ji çend welatên din, li dadgehê amade bûn da ku çavdêriya dozê bikin.

Di dema rûniştinê de, dadwer gelek caran parastina girtiyan qut kir. Di bersivê de, kesek di dadgehê de da ber qêra û got, “Bijî Şêx Lahur!” Ev yek bû sedema aloziyê di navbera temaşevanan û hêzên ewlehiyê de. Dadwer rûniştin tpaşve da.

Dadgehê îfadeyên bersûcan ên ku berê ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatibûn girtin xwendin. Yek ji girtiyên Lalezarê, parêzvanê rêberekî, îfadeya ku wî daye hêzên ewlehiyê red kir û got ku, efadeya wî di bin lêdanê de hatiye girtin. Wî her wiha got ku şahidên din jî ji bo bidestxistina îfadeyan hatine îşkencekirin.

Back to top button