
Biryar e di vê mehê de,danûstandinên ENKSê û PYNKê careke din destpê bike. Şanda Amerîkî nêzîk vedigere Rojavayê Kurdistanê ji bo ku qonaxa sêyem ya danûstandinan destpê bike. Vê carê, pirsên Rêveberî û Leşkerî têne gutûbêjkirin.
Salih Gedo, Endamê Şanda PYNKê dibêje, “Piştî 20ê mehê diyalog dê destpê bike. Şanda Amerîkayê jî dê amade be û çavdêriyê bike. Em niha di qonaxa beşdariya ENKSê ya bo nav Rêveberiyê de ne. Divê em zû lihev bikin û bi hev re meseleyan çareser bikin.”
ENKS naxwaze aliyê sêyem di danûstandinan de hebin û dibêje, divê her tişt bi tewafq bê kirin. Aliyek xwe li ser yê din ferz neke û Rêveberiyeke hevbeş bê avakirin.
Xoşnav Naso, Endamê Encûmena Xwecihiya PDK-Sê, “Derdora 15 rojên din şanda Amerîkî dê bê û em li bendê ne. Em dê berdewam bin li ser danûstandinê. Hêviya me heye em bigihijin asteke baş.”
PYNK û ENKSê heta niha li ser prensîpên siyasî, Lêvegera Siyasî lihev kirin, Lêveger 40 bi 40 di navbera herdu aliyan de ye û 20ê mayî jî nîv bi nîv ji bo partiyên dervey xwe destnîşan dikin.
Li aliyê din Ebdulkerîm Mihemed, Endamê Polîtburoya PDK-Sê ji Rûdawê re aşkere kir ku dema roja 15/12/2020ê, nûnerên Amerîkî ligel PYNK û ENKS civiyan, wan soz dabûn ku di hefteya yekem ji vê mehê de vegerin û dest bi danûstandinan bê kirin.
Herweha Endamê Desteya Serokayetiya ENKSê Fêsel Yûsif ji Rûdawê ragihand, dawiya sala 2020an şanda Amerîkî dîtin û hîn jî ew şand ji Amerîka venegeriyaye û got, xeta sêyem di danûstandinan de tune ye û tekez kir, Partiya El Wehde di nav hemû dezgehên Rêveberiya Xweser de cih girtiye û ew ligel Pêşverû danûstandinê dikin.
Yûsif dazanîn, divê Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi xwe biryarê bidin û destêwerdan di karûbarên wan de neyê kirin.
Destpêkirina sêyemîn qonaxa danûstandinên ENKS û PYNKê yek ji mijarên herî balkêş e, li Rojavayê Kurdistanê.
Daxuyaniya Mezlûm Kobanî derbarê encamdana hilbijartinan li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava vê salê de, aliyên siyasî xistine nav tevgerê û mijara danûstandinê di rojeva siyasî de germ kiriye.
Ji aliyekî din ve, daxuyaniyên şandiyê taybet ê Amerîkayê derbarê berdewamiya şerê li dijî DAIŞê û rewşa Eyn Îsa xelkê Rojavayê Kurdistanê hinekî aram kir.