CîhanRojev

Aligirên Trump êrîşê avahiya Kongresê kirin 4 kesa jiyana xwe ji dest da..


Dema civîna Kongresa Amerikayû de, aligirên Trump xwepêşandanek pêkanîn û Trump jî axavtinek ji bo xwepêşandana kir. Kongres ji bo pejirandina serokê nû yê Amerikayû diciviya. Xwepêşanderan êrîşê Kongreyê kirin û li himber midexeleya polisan ketin din ava avahiya Kongreysê de. Civîna Kongres hate sekinandin û senatora hemû derêxiztin derveyû avahiyê.

Dema midexeleya Polisan de 4 kes hatin kuştin û avahi bi temamî hate vale kirin. Gelek senatör û kesayetên pêş yûn Komarî li dijû helwesta Trump derketin. Heta cîgirê Trump Pence bi xwe jî daxwaziya Trump pûkneanî û ji berpirsiyariya xwe ya yasayî zêdetir tiştek nekir.

Li ser van bûyeran serokê şerdariya Washingtonê derketina derve qedexe kir û herkes li derdora avahiya Kongres belav bûn.
Ev bûyer di dîroka Amerikayê de cara yekem destdidin û serokên berû yan Amerikayê û gelek siyasetmedar hemû rexneyûn giran li vê helwesta Trump dikin.

Herweha serokû Komisyona Yekitiya Ewropa Ursula Von Der Leyen jî ragihand ku Joe Biden serokê Amerikayê ye. Wek din sekreterû gişti yê NATO yê Jens Stoltenberg jî da xûyakirin ku , gerek herkes rêzê li encama hilbijartina bigre.

Cigirê Trump Pence bi xwe jî êrîşa li ser Kongresû şermezar kir.
Dozgerê New Yorkê jî ragihand, ew a ku Trump dike hewla kudetayê ye.
Joe Biden, Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê derbarê xwepêşandanên alîgirên Trump kongreyeke rojnamevanî saz kir.
Biden di gotara xwe de daxwaz ji Trump kir derkeve ser ekranên televîzyonê û abloqeya ser Kongrêsê bidawî bîne û herwiha tekez kir, “Tişta tê kirin êriş e li ser demokrasiyê.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî daxuyaniyek da û got, “hilbijartinek sexte birêve çû” û herwiha bang li alîgirên xwe kir ku vegerin malê xwe.

Back to top button