PolîtîkRojev

Danustandin ji ber hilbijartinên Amerîka rawestiyane

Serkirdeyê ENKSê Şelal Gedo dibêje, danustandinên aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji ber hilbijartinên serokê Amerîka rawestiyane.

ENKS û TEV-DEM di bin çavdêriya Amerîka û bi destpêşxeriya Mezlûm Kobanî û piştevaniya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî danustandinên yekîtiyê dikin û heya niha 2 qonax derbas kirine û biryar dane ku rêkeftina Duhokê ya bi serperiştiya Serok Barzanî hatiye îmzekirin, bibe bingeh ji bo rêkeftina wan.

Derbarê wan danustandinan, Şelal Gedo ji malpera KDP.info re ragihand: “ENKS û TEV-DEM li hêviya Wezareta Derve ya Amerîka ne ji bo dûbare destpêkirina danustandinan. Dema ku Amerîka biryar bide, dê danustandin dûbare destpê bikin. Ew nûçeyên ku dibêjin kêşe û nakokî ketine navbera me de û ji ber wan danustandin rawestiyane, nerast in.”

Gedo wiha got: “Danustaninên di navbera ENKS û TEV-DEMê de gavên baş avêtine û herdu alî pêbendî xalên ku heya niha lihevkirin li ser wan hatine kirin. Danustandin ji ber hilbijartinên Ameîrka rawestiyane û dema ku Wezareta Derve ya Amerîka dema destpêkirina danustandinan diyar bike, wê demê emê ji danustandinan re amade bin.”

Back to top button