PolîtîkRojev

Ihsan Aslan ji AKPê dûr têxin

AKP di nava xwe de siyasetmedarên xwe yên di demekî gelek girîngî dida wan hêdî hêdî ji xwe dûr têxe. Taybetî hinek navên nezikî Erdogan û demekî ku, Erdogan gelek mijaran de bi gotina wan dikir, niha ji AKPê û Erdogan dûr dikevin.

Di nava AKPê de kesek,berpirsek nikare eksê daxûyaniyên Erdogan dîtina xwe bêje yan jî ji derê çerçova ku Erdogan kifş dike daxûyaniyekî bide.

Niha jî parlementerê berê yê Diyarbekirê Îhsan Aslan ji AKPê tavêjin û ji hemû tiştekî dûr têxin.

Tê Zanin ku di pirsa kurd de Ihsan Aslan şîretkarek yê Erdogan bû. Aslan du dewra parlementeriya AKPê kiriye. Herweha kurê Îhsan Aslan Mucahit Aslan jî demek dirêj rawêşkariya Tayib Erdogan kiriye ê heta demekî piraniya darayi ya Tayib Erdogan di bin bandora Mucahit Aslan de bû. Dawiyê jî Mucahit Aslan ji Enqereyê bû parlementerê AKPê.

Di vê qonaxa ku li Tirkiye behsa hilbijartinek pêşwext dikin ev bûyerên di nava AKPê de balkêşin û herweha roj bi roj AKP ber bi MHPê ve diçe. Gelek pispor sedema dûrxistina kesayetên girîng di nava AKPê de ji hevalbendiya AKPê û MHPê didin nîşandan.

Back to top button