Danielle Mitterand (dayîka kurda) koça dawî kir
Îro li paytexta Fransayê li Parîsê dosta gelê kurd û hevjîna serokê berê yê Franseyê Xatû Danielle Mitterand di jiyê 87 salîda wefat kir.
Danielle Mitterand, ji bilî ku hevjîna serokê Franseyê bû, ew kasatiyeke siyasî û mirovdost û xêrxaz bû.Wê di dirêjahiya jiyana xwe de alîkarî û hevkariya gelên bindest kiriye.
Mitterand yek ji dostên herî girîng û nêzîk yên gelê kurd bû û di qonxanê nexweş û dijwar de gelek hevkariyên girîng pêşkêşî gelê kurd kiriye. Bitaybetî dema xelkê başûr ji ber êrîşên enfalan yên rijêma diktatorê berê Sedam Hisênî ber bi bajarên bakurê Kurdistanê çûyîn, Danielle Mitterand di hewara koçbarên kurd çû Tirkiyeyê û serdana kampên kurdên başûr lê bi cih bûyîn kir. Hîngê xelkê navê kir (Dayîka Kurda)
Danielle Mitterand çend careke serdana herêma Kurdistanê kiriye. Dawî car wê di sala 2009ê de serdana herêma Kurdistanê kir û ji aliyê serokê Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin. her di vê serdana xwe de Danielle Mitterand li parlamentoya Kurdistanê peyveke pêşkeşî xelkê Kurdistanê kir û wê got: ”Ez hest dikim ez li welatê xwe me û em ji yek malbat in.”
Rehmetî Mitterand di sala 1924an de li Bakûrê Rojhilata Franseyê de jidayik bûye û di sala 1944and de tevî serokê berê yê Franseyê jiyana hevbeş pêk aniye û di sala 1986ê de jî navenda Frans Lebiretî jî damezrandiye.