Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, serok barzanî bi minasebeta 75 saliya damezirandina PDKê peyamek ji bo xelkê Kurdistanê ragihand. barzanî di peyama xwe de dibêje ku;Damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo perçeyên dinê Kurdistanê jî cihê hêvî û serhildanê bû û ji dayikbûna Partî destpêkeke nû bû ji bo têkoşîn û xwe radestnekirin û nehiştina bêhêviyê.
Peyama serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta heftih û pêncemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê de, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû kadîr û endam û alîgirên Partî dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû çîn û pêkhatên Kurdistanê dikim û hêviya serbilindî û xweşiyê ji bo wan dixwazim.
Damezrandina Partî li şanzdehê tebaxa 1946 da zerûreteke dîrokî bû ji bo berdewamiya xebat û berxwedana gelê Kurd ya li wê demên ku neyar û dagîrkerên Kurdistanê bi hemû hêz û şiyanên xwe ve hewla nehiştina şoreş û serhildana gelê Kurd didan. Partî her li destpêka damezrandinê ve heta niha amrazek buye ji bo pêkanîna armanca demokratî û niştîmanî û neteweyiyên gelê Kurdistanê û li heman demê de jî mil bi milê li gel hêzên têkoşer û niştimanperwerên dinê Kurdistanê amrazên bergirîkirinê buye li maf û nasnameya gelê Kurdistanê ya li hemû qonaxan da.
Xebata Partî fakterê girîng û bi bandor li dîroka xebat û berxwedana gelê Kurdistanê de pire li evraz û nişêvî û Partî beşdareke serekî li serkeftin û destkeftan buye û li qonaxên dijwar da herdem xwe bi berpirs zaniye. Li hemû qonaxan da Partî wekî amrazek buye li destê gelê Kurdistanê de ji bo mîsogerkirina maf û destkeftan û kûrtirkirina fireh alî û birayetî û pêkvejiyanê û rola xwe ya pêşeng li hemû warên jiyana siyasiya Kurdistanê de parastiye.
Damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo perçeyên dinê Kurdistanê jî cihê hêvî û serhildanê bû û ji dayikbûna Partî destpêkeke nû bû ji bo têkoşîn û xwe radestnekirin û nehiştina bêhêviyê. Cihê şanaziye Partiya Demokrata Kurdistanê xwe bi tu îdeolojiyeke teng û hizrî ya şovenî û tundiyê ve girênedaye û buye sêwanek ji bo wê yekê ku hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê li bin da kombibin û eve bi xwe destkefteke bêwêne û serdemiyane bû li pêşketina hizra siyasiya li Kurdistanê da. Partî herdem hilgirê peyama aştiyê bûye û berdewam jî amade bûye ji bo berevanîkirina Kurd û Kurdistanê.
Di dema niha de aramî û parastina Kurdistanê û bihêzkirina pêkvejiyan û aramî û birayetî û tebayî ya di navbera hemû pêkhat û aliyên siyasiyan û bihêzkirina dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ewlewiyeta serekiya siyaseta Partî ye. Her wiha Partî tekez li wê yekê dike ku doza rewaya gelê Kurdistanê pêwîste li rêya aştî û hevdû têgihîştinê û dawiya bi zimanê înkar û xwesepandinê bêanîn û bê çareser kirin. Di derbarê rewşa Iraqê jî mixabin ew sedemên ku bûne hokarên serhildana teror û nearamiyê hê jî mane. Her li vî warî de ez bawerim hilbijartinên paşerojê ya Iraqê dikarê bibe dergeheke baş ya ji bo nûbûna proseya siyasî û çespandina îradeya welatiyan ya ji bo gûhertin û gihîştina bi aramiyê.
Li vê salvegera pîroz da pêwîste hemû partî li asta mezinahiya dîrokê û qurbanîdana partiyên xwe bin û tu demekê ewe ji bîra wan neçê ku Partî(PDK) partiyeke xwediyê dozekêye û xwediyê rêbaza Barzanî ye û bi navê rizgarî û xizmeta Kurdistanê hatiye damezrandin. Pêwîste ji berê bihêztir rûbirûyê gefan bibe û derfetan jî ji bo bihêztirbûna Kurdistanê bikarbînin û erkê xwe ya ji bo pêşxistina avadanî û pêkvejiyan û tebayî ya Kurdistanê, bi baştirîn awayî encam bidin.
Mesûd Barzanî
16.08.2021