
Heyat Dexîl Murad naskiriye bi navê Dalya ya Keça Şêwekara Êzîdî ku wekî koçber li komelgeha Şarya ya ser bi Deverdariya Sêmêlê dijî. Demeke dest bi karên hunerî kiriye, ni rêya tabloyên xwe kariye êş û janên komkujiya Şingalê û dengê Êzdiyan cîhanê bide nasandin û niha kar ji bo projeyekê li ser rewşa komkujiya Şingalê dike.
Eger destpêkê xwe bidî nasandin?
Ez Heyat Dexîl Murad naskirî me bi Dalya li sala 1996 ji dayik bûme û xelka devera Şingalê me û niha wekî koçber li komelgeha Şarya ya ser bi Deverdariya Sêmêlê dijîm. Derçuya kolêja binyat û beşa zimanê Ingilîzî ya zanîngeha Dihokê me, karê hunerî dikim û heta niha min şû nekiriye û xêzan pêkneaniye.
Çend sale hatiyî nava hunerî û çi cureyê huner dikî?
Her çende her ji zaroktiyê ve min hez ji karê hunera şêwekariyê hebû, lê belê bi awayeke giştî li sala 2019 min dest bi karê hunerî kiriye. Ji bilî wê yekê ku ez ne derçûyê beşên hunerî me, lê belê bi hez û daxwaz û karkirina berdewam li ser hunera şêwekariyê fêr bûme. Heta niha jî li ser karên hunerî berdewamim.
Tu dixwazî bi rêya tabloyên xwe çi peyamê bigehînî?
Ez dixwazim bi rêya tabloyên xwe yên şêwekariyê êş û jan û ew zulm û sîtema li serê Êzdî û Şingalê de hatî nîşanî cîhanê bidim. Di dema bihurî da min hejmareke zêdeyê tabloyan çêkirîne û belavkirîne. Ji bilî wê yekê hevdem huner tişteke û dikeve ser hizr û mejiyê mirov ji ber wê jî her tiştê ez dixwazim bikim dikarim bi rêya hunerî derbibrim.
Dema bihurî da te çi berhemên xwe belav kirîne?
Li destpêka sala 2020 min pêşangeheka şêwekariyê vekiriye û têda hejmareke zêdeyê tabloyên xwe nîşandan, Spasiya Serokê Beşa Zimanê Ingilîzî ya kolêja binyat dikim ku alîkariya min kir. Dîsan spasiya malbat û xêzana xwe dikim ku herdem palpişt û piştevaniya min dikin daku ez berdewam bim.
Proje û karên te yên paşerojê wê çi bin?
Heke alîkariya min bê kirin, min gelek proje û hizrên xweşik hene. Niha kar li ser projeyekê ji bo komkujiya Şingalê dikim ku têda zulm û sîtemeka zêde ji aliyê Da’îş ve li serê Êzdiyan de hatiye.
Dihok / Newzad Hilorî

