PolîtîkRojev

DAIŞê êrîşî gundekî Kerkûkê kir

Çekdarên rêxistina terorîstên DAIŞê êrîşî ser gundê Lihêban yê li başûrê nahiya Sergeranê li Kerkûkê kirin û xelkê gund êrîşa DAIŞê têkşikandine.

Şêniyê gundê Lihêban Xdir Elî ji BasNewsê re aşkere kiriye nêzîkî 30 çekdarên DAIŞê êrîşî gund kirine û xelkê gund beramber wê êrîşê rawestiyane û êrîşa çekdarên DAIŞê têkşikandine û jimareyeke zêde ya çekdarên DAIŞê jî jinavbirine.

Herwiha Xidir Elî amaje bi wê yekê jî kiriye ji gundiyan ê bersiva êrîşa DAIŞê daye ti kesî zirar nedîtiye û wan nehiştiye DAIŞ derbasî nava gund bibe.

Di berdewamiyê jî de Xidir Elî ku ji gundê Lihêbanê ye li şêniyê devereke din e gotiye çend roje bi armanca hevkariya xizmên xwe û ew hatiye gund û ew dê parastina gundên xwe bikin.

Xidir Elî dibêje wan daxwaza alîkariyê ji hêzên Iraqê xwestiye lêbelê bi hawara wan ve neçûne.

Back to top button