CîhanCivakPolîtîk

DAÎŞ li hevket

Li gorî agahiyan, beşek ji çekdarên DAIŞê hewla encamdana kûdetayê di nav wê rêxistinê de dane. Wan çekdarên êrişî Wîlayeta Mûsilê ya di bin rêveberiya rêxistinê de, ku ew bi Dewleta Îslamî bi nav dikin, kirine û şerekî giran di navbera wan û çekdarên din ên DAIŞê de derketiye. Berpirsê Ragihandina Liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Seîd Memozînî ji Rûdawê re ragihand: “Beşek ji çekdarên DAIŞê li Mûsilê bi serokatiya Ebû Îmran El-Ecîdî ku Alîkarê Xelêfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî ye, êvariya duh roja pênşemiyê 13ê Cotmeha 2016 dest bi kûdetayeke çekdarî kirine.” Seîd Memozînî got, çekdarên ku hewla kûdetayê dane, rasterast êriş kirine ser Waliyê Mûsilê û şerekî giran di navbera wan û aliyê din ê DAIŞê de derketiye. Memozînî da xuyakirin, ku piştî rûbirûbûneke tund hewla çekdarên bo encamdana kûdetayê rastî şikestinê hatiye. Wî berpirsê PDKê da xuyakirin, ku “di encama şer û pevçûnan de, 58 çekdar ji her du aliyên DAIŞê hatine kuştin.” Seîd Memozînî tekez jî kir: “Ew kûdetaya Ebû Îmran bi mebesta kontrolkirina bajarê Mûsilê û radestkirina bajêr bi Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê bêyî derketina ti şerî bûye.” Berpirsê Ragihandina Liqa 14 a PDKê li Mûsilê destnîşan kir, piştî ku hewla kûdetayê rastî şikestinê tê, îro înê 14ê Cotmehê Ebûbekir Bexdadî fermana kuştinê bo çekdarên kûdetaker derxistiye û ew bi derketiye ji dîn an jî murted bi nav kirine.

Back to top button