DAÎş êrîşê pêşmerge kir ziyanek mezin dît
Çekdarên terorîstî yên DAIŞê şevê din ji 3 eniyan ve êrişî cihên Hêzên Pêşmerge kirin û li hersê eniyan hatin şikestin û fermandarên Pêşmerge dibêjin wan terorîstan gelek ziyan dîtin û moralê pêşmergeyan bilind e.Lîwa Erselan Mam Wisû Fermandarê Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê li gundê Kenhiş ê ser bi Giwêrê ve êrişî Hêzên Pêşmerge kirin, lê êrişa wan ji aliyê pêşmergeyan ve hat têkbirin û gelek ziyan gihîştin wan terorîstan. Piştî êrişê jî, balafirên Hevpeymaniya Navdewletî jî hatin navçeyê û bi tundî li cih û navend û çeperên DAIŞê dan.”Ji aliyê xwe ve, Qadir Qadir Çîgirê Berpirsê Eniya Giwêrê ji KDP.info re ragihand: “Di wê êrişê de ti ziyan negihîştin Hêzên Pêşmege û ew êriş tenê ji bo wê yekê bo ku bêjin hêj ew mane.”Emîd Hezar Çîgirê Fermandarê Fermandehiya Zêrevanî Seyid Hejar jî ji KDP.info re ragihand: “Li nêzîkî gundê Bedene yê eniya Xazirê jî 3 çekdarên xwekuj ên DAIŞê xwestin bi dizî bikevin nava çeperên Pêşmerge û yekî ji wan xwekujan li nava çeperên Pêşmerge xwe teqand û 2 xwekujên din jî ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin birîndarkirin.”Çavkaniyekê ji nava Hêzên Pêşmerge li eniya Başîkê ji KDP.info re ragihand ku li eniya wan jî vê sibê DAIŞê êrişî Hêzên Pêşmerge kir û şerekî giran derket, lê Hêzên Pêşmerge karîn êrişa wan têk bibin û ziyaneke mezin bighînin wan terorîstan.