Cîhan

DAÎŞ di nav xwe de perçe dibe

 Li gora rojnama erebî ya Arabi el Cedid nexweşiyê di nava rêxistina terorist a DAÎŞê de destpêkiriye.Di vê dema dawî de li ser pirsa îdarekirina herêmên di bin kontrola rêxistinê de û herweha rewşa darayî û rêveberiya rêxistinê bûye sedem ku gurubek li dijê Bexdadî derketiye û hewldane ku di nav rêxistinê de înkilabekî li Bexdadî bikin.Ji bo vê yekê jî li nêzikî devera Rakayê hewldane ku Bexdadî bikujin. Lê di çalakiya xwe de serneketine û Bexdadî 13 kes ji wan îdam kirine.Li gora rojnameyê ev bûyer dema 10-13ê meha Hezîranê pêkhatine.Çavkaniyên vê rojnamê jî bazirganên Surî û Iraqî ne ku li gel DAÎŞê bazirganiyê dikin.

Back to top button