Polîtîk
Dadgeha Diyarbekir derketina serokê şeredariya Diyarbekir ya derveyê Tirkiye qedexe kir
Diyarbekir – Serokê şeredariya Diyarbekir Osman Baydemîr bi biryara dadgeha Diyarbekirê nikare derkeve derveyê Tirkiye. Wek tê zanîn di çerçova doza di derbarê BDP-ê de vebûyî, serokê şeredariya Diyarbekir Osman Baydemîr jî li ser daxwaziya dozgerê Diyarbekir çû êfade da. Piştî 5 seet êfadeya Baydemîr, Dadgehê derketina Baydemîr ya derveyê Tirkiye qedexe kir.