Dadgeha Bilind biryar da ku Trump dikare di pêşbaziya serokatiyê de bimîne
Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, biryara dadgeha eyaleta Koloradoyê ya ku ji bo diyarkirina berbijarê serokkomariyê yê Komariyan ji Serokê berê Donald Trump re qedexe kirî, betal kir.
Dadgeha bilind a Koloradoyê biryar da ku Trump nikare di hilbijartinên seretayî yên eyaletê de bibe berbijêr û ferman da ku navê wî ji dengdanê were derxistin. Dadwerên li Koloradoyê xalek destnîşan kirin ku tê de diyar dike ku 14-emîn Guherîna Destûra Bingehîn a Dewletên Yekbûyî qedexe dike ku serhildêran ji bo postê kandîdatiyê bike.
Di biryarê de bal hat kişandin ser kiryarên Trump ên di dema êrîşa 6’ê Çile ya alîgirên wî ya li ser Avahiya Kapîtolê de.
Hewldanên bi heman rengî li Illinois û Maine jî hatin kirin da ku Trump di hilbijartinên meha Mijdarê de nebe namzetê serokatiyê.
Lê belê dadgerên Dadgeha Bilind di danişîna 8’ê Sibatê de ji vê biryarê bi guman bûn û dewlet bi derbaskirina rayeya xwe tawanbar kirin.
Di biryara îro ya Dadgeha Bilind de hat gotin ku desthilata cîbicîkirina xala têkildar a madeya 14’an a kongreyê ye, ne ya dewletê ye.
Biryar hat dayîn ku Trump dê tevlî hilbijartina bibe.
Bi vî rengî, Trump dê bikaribe di pêşbirkên seretayî de, ku dê di 5ê Adarê de li 15 eyaletan, tevî Colorado, were li dar xistin, pêşbaziyê bike.
Tê payîn ku Trump, 77 salî, di hilbijartinan de bi ser bikeve û tekane hevrika xwe ya mayî, Balyoza berê ya Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley, têk bibe.
Piştî biryara Dadgeha Bilind, Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Social wiha nivîsî: “JI BO AMERÎKA SERKEFTINEK MEZIN E!!!”
DYA wê ji bo hilbijartinên Serokkomariyê yên Mijdara 2024’an biçin ser sindoqan. Diyar e ku berbijarê Demokratan dê serokê niha Joe Biden be. Di Partiya Komarî de, pêşbirka namzediya serokatiyê di navbera serokê berê Donald Trump û balyoza berê Nikki Haley de ye.
Hilbijartinên seretayî yên partiyan li gelek eyaletan heya niha bi serketinên Trump ve hatine encamdan.
Partiya Komarî dê îro li 15 eyaletan di hilbijartinên seretayî de deng bide, ku jê re Sêşema Super jî tê gotin.