Polîtîk

D.X.B. alîkarîkirina koçberên li Kurdistanê de berdewame

Alîkarîkirin û dabeşkirina xorek û pêdiviyên rojane li ser koçberên Mûsilê berdewame

Li dirêjahiya dabeşkirina hevkariyan li ser penaberên parêzgeha Mûsilê yên li kampa Xazir, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xorek û pêdivî û kelupelên cûr bi cûr li ser 470 malbatên penaber da dabeş dike.

Roja 09/07/2014 li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo penaberên bajarê Mûsilê li kampa Xazir û li meha pîroza Remezanê de xorek li ser 425 malbatên koçberên bajar dabeşkir û ev helmet jî berdewam dibin. Li helmeta yekem da bi hevkariya li gel rêxistina navdewletiya (UNHCR) kelupel û pêdiviyan li ser 300 malbatên kampê da hate dabeşkirin, pêdivî jî pêkhatibûn ji tebaxek, 5 doşek û 5 çerçef û cilîkanek, kartonek kelupelên paqijiyê. Ji aliyekî din ve bi hevkariya rêxistina Îxaseya Îslamî kartonek xoreka rojane li ser wan da hate dabeşkirin, ji bilî wê jî befr hate dabeşkirin. Heman demî de bi hevkariya rêxistina koç û koçberan dest bi dabeşkirina 470 kîsê ar li gel 470 lambayên bi şarj hatin dabeşkirin.

Li Şeqlawe alîkariya 1500 malbatan û li kampa Xazir jî amêrên hênikkirinê hate dabeş kirin

Li dirêjahiya dabeşkirina hevkariyan ji bo wan malbatên penaberên ku xwe spartine Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xorek û pêdivî û kelupelên cûr bi cûr li ser 2000 malbatên penaber da li Şeqlawe û wargeha Xazir de dabeş kir.

Roja 10/07/2014 li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo wan malbatên penaberên ku xwe spartine Herêma Kurdistanê, li helmetek da li qezaya Şeqlawe, 20 kîlo xwarina rojane li ser 1500 malbatan da dabeşkir. Ji aliyeke din ve ji bo penaberên bajarê Mûsilê ku li wargeha Xazir hatine nîştecîh kirin tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi awayeke berdewam hawkariyê li ser wan da dabeş dike. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengiya li gel rêxistina (Zewî Biyarq) 90 muberîde(klimayên bi avê) li ser 90 malbatên penaberên wargehê de dabeşkir. Heman demî de li helmetekî din de 11250000 dînar ji aliyê xêrxwazek bi navê Hacî Yehya ve li ser penaberên wargehê ve hate dabînkirin. Ji aliyê tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi emanet ve li ser 450 malbatan ve hate dabeşkirin ku ji bo her malbateke wargehê 25000 dînar hate dayîn.

Li Şeqlawe Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariya 2500 malbatan kir

Li dirêjahiya dabeşkirina hevkariyan li ser wan malbatên penaberên ku xwe spartine Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xorek û pêdivî û kelupelên cûr bi cûr li ser 2500 malbatên penaberên li Şeqlawe de dabeşkir û heman demî de li wargeha Xazir 140 muberîde(klimayên avê) û 380 qalib befr dabeş kir.

Roja 14/07/2014 li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo wan malbatên penaberên ku xwe spartine Herêma Kurdistanê, li helmetek da li qezaya Şeqlawe, 20 kîlo xwarinê rojane li ser 2500 malbatan da dabeşkir. Ji aliyekî din ve ji bo penaberên bajarê Mûsilê ku li wargeha Xazir hatine nîştecîh kirin tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi awayeke berdewam hevkariyê li ser wan da dabeş kir. Heman demî de 140 muberîde li ser 140 malbatên penaberên wargehê da dabeşkir û 380 qalib befr û şîvê ji bo wan dabînkir.

Wargeha Behirkê… Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêdiviyê ji bo 6000 kesan dabîn kir

Li dirêjahiya dabeşkirina hevkariyan ya ji bo wan malbatên penaberên ku xwe spartine Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xwarin û av û pêdiviyan li ser zêdetirê 6000 kesên penaber yên li wargeha Behirkê ya li bajarê Hewlêrê dabeşkir.

Roja 15/07/2014 li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo wan malbatên penaberên ku xwe spartine Herêma Kurdistanê, ku beşek ji wan zixurdin(bê zewacin) mal û warê xwe bi cîh hiştine li helmetek da li wargeha Behirkê doşek û avê vexwarinê li ser 1000 hemwelatiyê koçberên wargehê de dabeşkir, heman demî de şîv û xwarinê êvarî li ser 6000 kesên nav wargehê de dabeşkir ku nû koçberê Herêma Kurdistanê bûne û li wê wargehê de hatine nîştecîh kirin.

D.X.B. xorekê rojane li ser 7000 malbatan da dabeş kir

Li dirêjahiya dabeşkirina hevkariyan ya ji bo wan malbatên penaberên ku xwe spartine Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xwarin û av û pêdiviyê li ser zêdetir 7000 malbatên penaber da li bajaroka Şeqlawe dabeşkir, heman demî de li wargehên Basirme û Quştepe hevkarîkirina Kurdên Rojava berdewame.

Roja 19/07/2014 li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo wan malbatên penaberên ku xwe spartine navçeyên dinê Kurdistanê, li bajaroka Şeqlawe, bi hevkarî li gel Heyva Sora Îmaratî dest bi dabeşkirina xoreka rojane li ser 7000 malbatên koçberên bajarokê û çend navçeyekî dinê dewruber kir ku ev hevkarî bi awayeke berfireh bûye û bûye cihê xweşhaliya wan malbatan û heman demî de ji bo hevkarîkirina berdewam ya li meha remezanê û dabînkirina pêdiviyên rojane spasiya dezgehê kirin.

Ji aliyekî din ve li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wargehên Basirme û Quştepe, li dû helmetên cûda cûda de li wargeha Basirme bi hevkariya li gel Heyva Sora Îmaratî 750 karton xorek li ser penaberên wargehê da dabeşkir. Li aliyeke din ve li wargeha Quştepe Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya li gel kompanya Fast Lînk xorekê rojane li ser 1100 malbatên penaberên wargehê de dabeşkir.

Dehan cûre xorek û pêdivî li ser penaberên bajarê Musil û dewruberê wê da hate dabeşkirin

Li dirêjahiya dabeşkirina hevkariyan ji bo wan malbatên penaberên ku xwe spartine Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xwarin û av û pêdiviyê li ser zêdetirê 750 malbatên penaber da li wargeha Xazir dabeşkir. Heman demî de li wargehên Basirme goşt û hêk li ser 800 malbatên Kurdên Rojava dabeşkir.

Roja 21/07/2014 li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yên ji bo wan malbatên penaberên ku xwe spartine navçeyên dinê Kurdistanê, nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wargeha Xazir xoreka rojane li ser 750 malbatên koçberên wargehê de dabeşkir, di derbarê cûreya dabeşkirinan jî berpirsê nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Îro li helmetek da dest bi dabeşkirina 750 têşt û 750 karton xoreka hişk heman demî de dabeşkirina 4000 sêta avê vexwarinê li gel 2500 butil Xaz kir, ev hevkariya berfireh jî bûye cihê xweşhaliya wan malbatan û heman demî de spasî dezgehê kirin ku li hevkarîkirineke berdewam li meha remezanê û dabînkirina pêdiviyên rojane de kirine. Her wiha ragihandin ku Spasî dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ku berdewame li dabeşkirina komek û hevkariyan û dabînkirina pêdiviyan.

Ji aliyekî din ve li wargeha Basirme ku taybete bi penaberên Rojavayê Kurdistanê, li helmetek da nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel kompanya Grup Kar mirîşk û hêk li ser 800 malbatên penaberên wargehê de dabeşkir.

D.X.B. alîkariya malbatên Mesîhiyên Hemdaniye û Bertile kir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi mebesta alîkarîkirina malbatên penaberê mesîhiyên bajarê Mûsilê ku li bajaroka Hemdaniye û nahiyeya Bertile hatine nîştecîh kirin, li helmetek da komek û yarmetiyan gihandin 700 malbatên koçberên van dû deveran.

Bi sedema xerapiya rewşa emnî û koça bi zorê ya malbatên mesîhiyên parêzgeha Mûsil û dewrubera wê û koçkirina wan ya navçeyên Herêma Kurdistanê, ji niha zêdetir 26 hezar malbatên mesîhiyên Musil û dewrubera wê bi sedema tehdîda grupên çekdarê Da’îş ve hatine navçeyên Herêma Kurdistanê.

Roja 22/07/2014 li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li helmetek da bi serpereştiya Ezîz Şêx Reza Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgehê li gel tîmekî berfireh gihîştin bajaroka Hemdaniye û li wî bajarî bi hevkariya li gel rêxistina IDS ê Amerîkî komek û hevkarî û pêdiviyan û kartonek xorek li ser 350 malbatên koçber da dabeşkir. Heman demî de ji bo koçberên nahiyeya Bertile jî tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gihîştin nahiyeyê û komek û hevkarî û kartonek xorek li ser 350 malbatên Mesîhiyên parêzgeha Mûsil û dewrubera wê dabeşkir.

Li vî derbarî de Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo dezgehên ragihandinê got: Piştî wê yekê ku li dezgehên ragihandinê nûçeya koçberbûna bi zorê ya malbatên mesîhiyên parêzgeha Musilê me bihîst, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştî komkirina zanyariyan, wekî erkekî mirovî îro komek û hevkariyê me gihande destê birayên mesîhiyên Hemdaniye û Bertile û eve jî hevkariya me ya dawî nabê ji bo wan malbatên koçber û berê jî komek û hevkariyê me li ser wan da dabeşkiriye, her wiha Musa Ehmed daxwazê ji rêxistina navdewletî û xêrxwazan jî kir ku alîkariya penaberên Musil û navçeyên cûda cûdayên dinê Iraqê û komek û yarmetiya wan bidin, ji ber ku niha li rewşeke xerap da dijîn.

Hêjayî gotinêye li sala 2010 bi heman awayî mesîhiyên Iraqê rûbiruyê tehdîdên terorê bûne û bi sedema wê yekê mal û halê xwe bi cîh hiştine û xwe spartine bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê û her wê demê tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana deverên (Şêxan, Elquş û Tilkêf) kirin û hevkarî û pêdiviyên rojane li ser 283 malbatan de dabeşkirin.

Şeqlawe… Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariya 6300 malbatên penaber kir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi mebesta alîkarîkirina malbatên penaberên bajarê Mûsilê ku li bajaroka Şeqlawe hatine nîştecîh kirin, li helmetek da komek û yarmetî li ser 6300 malbatên koçberên parêzgeha Mûsilê dabeşkir, heman demî de li wargeha Xazir jî dabeşkirina pêdiviyan berdewame, li Dihok jî hevkariya 200 malbatên penaber hatiye kirin.

Roja 23/07/2014 li dirêjahiya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li helmetek da li bajaroka Şeqlawe bi hevkariya li gel rêxistina xoreka cîhanî dest bi dabeşkirina xorek û pêdiviyên cûr bi cûr li ser penaberên parêzgeha Mûsil kirin ku hejmare wan 6300 malbat bûn.

Li wargeha Xazir jî nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hevkarîkirin û dabeşkirina yarmetiyan li ser penaberan da berdewame, ku têda ev pêdivî hatibûn dabeşkirin, têşt yan xwarina beyanî, dabeşkirina 120 termuzê avê û 450 karton xorek, ji bilî wê dabeşkirina 20 muberîde(klimayên avê) ji bo wan malbatên nû hatine nav wargehê, her wiha li rêya xêrxwazekî bajarê Dihokê bi navê (Hacî Adil Mihemed) nêzîkî 15000 dolar li ser penaberên wargehê de hate dabeşkirin, ji bilî wê şekir û çikolatê cejnê li ser 700 malbatan de hate dabeşkirin.

Ji aliyekî din ve li wargehên sînorê parêzgeha Dihok jî tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî komek û yarmetiyan bi awayeke berdewam digihîne penaberên parêzgeha Mûsil ku hejmara wan 200 malbatin û pêdivî li ser wan da hate dabeş kirin ku : 2 betanî, 2 doşek, 2 balîf, 2 tebax) pêkhatibû.

Back to top button