Cudî dişewite cîhan bê denge

Eve çend rojin Leşkerên dewleta Tirk agir berdane çiyayê Cudî.Çiyayê Cudî dişewite.Şewata çiyayê Cudî şeweta jiyanekiye.Dar, devî, heywan, kîso, teyr û bi sedan cureyên giya û kulîlkan her tişt dişewite.Li Cudî xweza têk diçe.Lê deng ji kesekî dernakeve.Dewlet bê denge.Mirovatî bê denge.Qehremanên derew yên Geziyê bê dengin.Ew parlementerên bi dengên kurda hatî hilbijartin li Stanbulê li Geziyê bi hêceta çar dara singa xwe dikirin sîper  bê dengin.Demokratên Tirk, qehremanên(!) Geziyê hemû bê dengin.Tenê di medyaya civakî de , kurdên dilê wan ji welatê wanre dişewite dengê xwe dertêxin, diqirînin lê mixabin, parlementerên Kurd bê dengin.Li Stanbulê li Geziyê çend dar hatin rakirin, dinya xirakirin, hukumet hejandin.Lê derew bû.Gezî derewek bû.Niha Kurdistan, Cudî dişewitê.Deng dernakeve.Dilê kurda dişewite, her darek, deviyek hêviyeke ji bo Kurdistaniyan.Li gel Cudî hêviyên kurda dişewite..Mixabin deng kaşo ji nûnerên kurda dernakeve.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: