Bankekî navdarê Almanî di derbarê peydakirina gaza xwezayî ya tirkiyê ya li Deryaya Reş ragihandiye ku ew hengava tirkiye tu demekê nikarê nirxê lîreya tirkî vegerîne nirxê berê.

Commerce Bank ku bankekê Almaniye li raporek da eşkere dike û dibêje: Dibe ku peydakirina wê gaza tirkiye bibê sedema wê yekê ku tirkiye li paşerojê de gaza xwezayî ji niha kêmtir hawirdeyê tirkiyê bike, lê belê nikarê girîngiyê ji bo lîreya tirkî vegêrîne.

Behsa ewe jî dike ku deyneke zêdeyê bankeyên Ewrupa li ser bankeyên tirkiye heye û zehmete jî bikarin wê deynê xwe bidin, ji bo wê yekê tê çaverê kirin bihaya lîreya tirkiye beramber dolar zêdetir jî dakevê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: