Comerdî û xêrxwaziya Kurdistan û tirkiye
Karsaz û dewlemendên Kurdistanê doh 18 milyon dolar berhevkirin. Karsaz û dewlemendên tirkiye jî 1 milyon dolar berhevkirin,
Li tirkiye ji bo rûbirûbûna şewba Korona di Kampanyaya Hevkariya Neteweyî da heta niha 846 milyon û 606 hezar û 155 lireyê tirkiye hatiye komkirin ku eve jî dike 1.263.591 milyonek û du sed û şêst û sê hezar û pênç sed û noht û yek dolar.
Serokatiya Ragihandinê destnîşan kir ku di Kampanyaya Hevkariya Neteweyî da heta niha 846 milyon û 606 hezar û 155 lire hatiye komkirin. Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya li ser hesabê Twitterê da hat diyarkirin di Kampanyaya Hevkariya Neteweyî da ku li ser banga Serok Komar Recep Tayyîp Erdogan dest pê kir heta niha 846 milyon û 606 hezar û 155 lire hatiye komkirin.
Heman demî de li Kurdistanê jî bi Serokayetiya Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Kurdistanê helmetek hatibû ragihandin li wê kampanyayê de xêrxwazên Kurdistanê (18,183,175) hejdeh milyon û 183 hezar û 175 dolar bexşîn Hikûmeta Kurdistanê.
Eve jî nîşana comerdî û xêrxwaziya Kurdane ku bexşîna Kurdistanê 18 caran, ji bexşîna xêrxwazên dewleta Tirkiye zêdetire.