Ciwan hene ya na?
Heger her yek ji me nikaribin zarokên xwe bi ber mesela wan ya neteweyî bixin û wan di nava partiya xwe de çalak nekin, heqê me yên ku em doza zarokên hinên din bikin tune ye û nabe.
Bûbê Eser
Dema em dibêjin û dinivîsînin hin aciz dibin. Dema em nebêjin û nenivîsînin îcar em aciz dibin. De ka werin em ê vê kêşeyê çawa çareser bikin.
Min gelek caran gotiye û nivîsî ye karê siyasî ne çûyina ser mezelan an sersaxiya ne. Ne çûyina dawet, şahî û taziyan e. Helbet di civata me de vana jî pêwîst in. Lê yên vê bikin ne serok û rêvebirên partiyên siyasî ne. Divê partiyên me komîteyeke ku bikaribin bi karekî weha ve rabin hilbijêrin û ew vê bikin. Li ser navê partiyê yek an du kes dikarin beşdarî karê weha bibin.
Ji roja Platforma Ciwanên Serbixwe dest bi kar kirine, wan dişopînin. Bi rastî jî ew ji hemî partiyên heyî bêtir kar dikin. Dema te şerê çekdarî nekir, divê tu li gor karê demokratîk xwe û hevalbendên xwe bi rêxistinê bike da ku gelê xwe, ciwanên xwe şiyar bike an wan bi ber mesela wan ya neteweyî bixe.
Îro ew kar jî bi konferans, semîner, kongera û civînên ku xêreke gelê me têde hebe pêk tê. Qursên zimanê kurdî erkekî niştîmanî ye. Xwendina berhemên dîrokê û li ser wan niqaşkirin karekî şiyarbûna ciwanan ji dîroka wan e.
Qehremaniya qehremanên xwe, serok û rêberên di ber vî gelî de bûne cangorî an di zîndanên dijmin da canê xwe ji dest dane, bi ciwanan bidin nasîn da ku ew jî xwe û mezinên xwe nas bikin.
Qursên muzîkê vekin û muzika gelê xwe ya ku ji teref dagirkeran ve hatine dîzin û kirine yên xwe, bi ciwan bidin zanîn ku eslê wan ya kurdan e.
Qursên folklora kurdî vekin dema ciwanan govenda xwe gerandin wê ew govend hizra neteweyî bi wan re bixuliqîne.
Qursên fêrbûna zimanê kurdî vekin da ku tu em bikaribin bebûna vî zimanê delal biparêzin. Divê em bi ciwanên xwe bidin zanîn ku ev zimanê li ber têkçûnê ye di dinyê de zimanê heyştan yê herî mezin e. Divê ciwanên me bizanibin ku ziman hebûn e.
Diyalogekê peyde bikin da ku sal mezin û ciwan bikaribin li gel hev sohbet bikin. Da ku ew ji tecrubeyên me û em jî ji zanîna wan fêde bibîne. Ne ku ciwaneke li me bibe mêvan em har ya xwe bêjin û bêjin. Divê em rê bidin bila ew bêjin em jî guhdarî bikin.
Divê di sohbetên bi ciwanan re, mafê axaftinê bêtir ya wan be. Divê em fêr bibin ku bê ka daxwaza wan çiye? Çima xwe ji partiyên siyasî dûr dixin?
Divê em bi hevre wê yekê fêr bibin ku rêya ciwan bikevin nava siyaseta niha vekin û wan bi serkêşî û karên rêxistiniyê erkdar bikin.
Bi rastî mirov dikare gelek tiştan binivîsîne. Lê weke kurd dibêjin: ”Goştê ga ye li ber çava ye”-
Bi xebat û çalakiyên PCK em dibînin ku ciwan xwe didin derdora wan. Divê em bi hevre vê fêr bibin ku çima ciwan di nava partiyên siyasî de kêm in an nexwazin vê bikin.
Li gor min sedem tenha sal mezinên me yên ku ji ya xwe danekevin in. Dema mirov yekî heftê salî ku civata ewropî nas nake, kir berpirsê ewropa, divê tu bizanibe ku ew ciwanên li ewropa hatine dinyê û civata ewropa baş nas dikin. Di burokasî û di partiyên wan de kar dikin ku her yek ji wan bi çend zimanan dizanin, wê yekî heftê salî weke berpirsê xwe qebûl neke û wê ji me birevin.
Dema ez behsa heftê saliya dikim, ne ku wan kêm dibînim. Ji ber vê ez dibêjim pêwîst e, hemî partî û rêxistinên me yên heyî divê reformekê bikin û rêyên çareseriya ku ciwan bikevin nava partiyên siyasî bibînin.
Hebûna miletekî, li ser nigan mayîna gelekî girêdayî ciwana ne. Heger ciwanên kurd jî îro ji vê dûr bin, Hûn bizanibin ku em roj bi roj têk diharin.
Sal mezinên me karên baş kirine, niha jî bi hemî hêza xwe, bi porê xwe yên sipî, bi gopalên destê xwe, bi nimre herî mezin ya berçavka xwe jî dixwazin kar bikin. Lê nabe û divê êdî em vê fêr bibin. Ne ku xerab in. Heşa. Hemî jî hê dilsozê gelê xwe ne.
Me hemiyan bedelên baş dane. Heta ku ji me hatine me ji bona gelê xwe kar kirine. Lê nabe ku her tim em û em bin. Heger her yek ji me nikaribin zarokên xwe bi ber mesela wan ya neteweyî bixin û wan di nava partiya xwe de çalak nekin, heqê me yên ku em doza zarokên hinên din bikin tune ye û nabe.
Bi rastî dilê me tevan diêşe û bi vê jî em dilê hev dihêlin. Lê em nikarin rastiya xwe ku îro gelê me têde ye qebûl bikin. Divê êdî em, dîtin û hizra salên 1980 û ya 2024an ji hev cûda bikin. Bi mejiyê 1980 em nikarin ciwanên niha îqna bikin û wan bikin endam.
Divê em hemî rê bidin ciwanên xwe, bila ew karê xwe bi xwe bikin. Bila pêşkêşiya me salmezinan ew bikin. Em jî dikarin tecrûbeyên xwe bidin wan. Nebêjin ciwan tune ye an nakevin nava xebatê. Li xebat û çalaliyên Platforma Ciwanên Serbixwe binerin em ê bibînin ku ciwan hene û xebatê jî dikin.