Civînên PDKê û YNKê heta kengê?
Civînên PDKê û YNKê ber bi kûve diçin?
Piştî hilbijartinên parlementoya Kurdistanê heta niha bi dehan civîn ji bo pêkanina hukumeta Kurdistanê navbera PDKê û YNKê de hatine li darxistin. Di encama her civînekî de daxûyaniyên erênî têne belav kirin. Lê mixabin heta wek îro jî tu encamek berbiçav ku bikeve jiyanê de pêknehatiye.
Di hilbijartinan de PDK partiya yekem derket û bi hesanî ji derveyê YNKê jî dikare parlementoyê çalak bike û hukumeta Kurdistanê ava bike. Lê li gora mercên Kurdistanê ku qonaxa heyin de, PDK ji bo istiqrarek temamî hewl dide ku YNK di hukumetê de cih bigre.
Lê YNK îro bi awayê rêxistinî de ne di wê astêyê de ku bikaribe biryara bide. Ji ber ku yekrêziyek di nava YNKê de tuneye, problemên mezin rêxistinî û siyasî di nava YNKê de hene. Eve çend salin ku ji bo problemên navxweyî nikare kongreyekî bicivîne. Ji bo vê jî gelekî zehmete ku YNKê di nava xwe de, bibe yek deng. Eger yek dengiyek jî peyda bibe , ji bo demek kurt e.
YNK û PDK cardin dicivin, lê dê heta kengê ev civînên bê encam berdewam bin? Tu mafê YNKê tuneye ji bo berjewendiyên kesayetî problemên navxweyî bike sedemek rê li prosesa siyasî li Kurdistanê bê girtin.
Di dawiyê de necam çibe û PDK mecbûre hemû riskên ku bikaribin derkevin holê bide berçavên xwe û hukumeta Kurdistanê ava bike daku prosesa siyasî nexetime û desthilat bikaribe bi rê bikeve.