Polîtîk

Berbijêrên Tifaqa Welatperwer û Demokrat behsa Kurdistanbûnê dikin

Çalakiyên berbijêrên serbixwe yên ku ji aliyê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ve pişgiriya wan tê kirin   , li bajarên Kurdistanê kolan kolan digerin û behsa rewşa siyasî û mafê kurda yê rewa dikin. Ev helwesta Tifaqa Welatperwer û Demokrat dide xûyakirin ku ji bilî HDPê û tifaqên li ser berjewendiyên kesayetî têne kirin û navê kurda kar dikin, bedilên din jî hene.

Alî Zîver Çaki, çû serdana esnafên Sanayîyê
Namzetê Serbixwe yê Mûşê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat Alî Zîver Çaki, beyî ku navberê bide, xebata xwe ya hilbijartinê didomîne. çaki û şanda pê re 3iro jî esnafên sanayîyê zîyaret kir.
Alî Zîver Çaki, Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Mûşê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat, îro 26ê Adarê, digel Cîgirê Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mehmet Gul û Birêvebirên PAKê Mîrza Akar û Abdullah Ozten û komîsyona hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat, serdana esnafên Sanayîyê kir.

Alî Zîver Çaki, li Sanayîyê, rastî pêşwazîyeke germ û elaqeyeke baş a esnafên Sanayîyê û xelkê Mûşê hat.

Li alîyekî din, keç û xortên di nav Komîsyona Hilbijartinê de jî li taxan, mal bi mal gerîyan û broşûrên Tifaqê belav kirin û Alî Zîver Çaki dan nasîn.

Feyyaz Ekmen, li çar alîyên Batmanê bû
Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M. Feyyaz Ekmen îro li çar alîyan, Batman hejand.
Mehmet Feyyaz Ekmen îro 26ê Adarê, digel Cîgirê Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Kasim Ergun û Serokê Şaxa Batmanê ya PAKê Azîz Ozdemîr û komîsyona hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat, li Taxa Gulîstanê li Qada Mafên Mirovan û li Sûka Kevin a li Gok Taksîyê sitrantên xwe yên hilbijartinê vekir.

Ekmen û Ergun, bi mîkrofonan, propagandaya Tifaqê ya hilbijartinê kir. Axaftina wan ên bi kurdî û bi hestîyarîyên Kurdistanî bandoreke mezin li xelkê Batmanê kir.

Ekmen û şanda pê re herwiha, li Cadeya Bankayan û Qada Cumhurîyetê jî belavok belav kirin û serdana esnafan kirin.

Xebatên Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Mêrdînê berdewam in
Van rojên dawîn ku ji hilbijartinên herêmî ra çar roj man, Namzetên serbixwe yên Mêrdînê Abdulkadîr Demîr û Şêxmûs Unal jî lezê dan xebatên xwe yên hilbijartinê.
Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Bajarê Mezin ê Merdînê Abdulkadir Demir û yê Qoserê Şeyhmus Ünal , îro (26.03.2019) li Mêrdînê, li navçeya Dêrikê seredana du cîhên şînê kirin.

Paşê li gereka Yenişehirê û li bazara heftane ya gereka Rewza yê li gel Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, endamên Komîsyona Mêrdînê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat, rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd, li esanafan û li xelkê li gel stranên Kurdî yên ku ji otomobîla hilbijartinê ve di nav bajêr de bilind dibû, belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat belav kirin.

Gel û esnafên Mêrdînê pêşewazîyeke germ nîşanî namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Tifaqa Welatperwer û Demokrat digel xelkê Rezanê bû

Namzetên Serbixwe yên Amedê yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat bênavber dixebitin. îro jî Saît Aydogmuş, Zekî Ekîncî û Hîdayet Fîdan li Rezanê digel xelk û esnafan bûn.

Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Amedê Sait Aydoğmuş, Zeki Ekinci, Hidayet Fidan, îro (26.03.2019) li Rezan a Navçeya Amedê, li gel rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd, li esanafan û xelkê li gel stranên Kurdî yên ku ji otomobîla hilbijartınê ve di nav bajêr de bilind dibû, belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat belav kirin.

Gel û esnafên Rezan pêşewazîyeke germ nîşanî namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

 

Back to top button