Civînên Kurdistanê seng û girîngiya kurdan ispat dikin
Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de behsa civînên serokatiya herêma kurdistanê bi aliyên din yên îraqî, amerîkî, berîtanî û dewltên din re kir û got:
– Hatina serkirdeyên iraqî û nûnerên dewletên mezinên cîhanê û civîna wana digel cenabê Mam Celal û cenabê Mesûd Barzanî, nîşana wê yekê ye ku seng û girîngiya kurdan hatiye selmandin û kurd dê di vê qonaxa nû ya Iraqê de di diyarkirina neşxeya siyasîya welêt de roleke girîng bilîze.
Li dor giringiya bicihkirina madeya 140ê a destûra Îraqê ku ji bo kurdan madeyeke gelek giring û çarenivîs zase, Salih got:
– Bê şik madeya 140ê û bicihkirina wê madeyê, ji bo pêkanîna hevpeymaniyan bi aliyên din re, şertê me yê serkeye. Her weke salên berê em bicihkirina wê madeyê ji karên xwe yên pêşiyê dizanin. Di salên berê de bicihkirina wê madeyê ji karên pêşîneyên hevpeymaniya Kurdistanê bû û di wê warî degelek kar hat kirin. Lê hêşta gelek kar meye bê kirin, Em hêvîdar in ku di vê qonaxa nû a Îraqê de, ew madeye bê bicihkirin û ew zilma dîrokî ku li Kaerkûkê û deverên din hatiye kirin, eke erebkirin û derkirin kurdan, bi yek carî bê paqij kirin û ew deverne vegerin bo hêbêza niştimanê xwe.
– Ji bilî madeya 140ê gelek daxazên gelê kurd hene ku divê bên çareser kirin, weke; yekalîkirina meseleyên hilawîstî; pirsa pêşmerge, patrol û gaz û dahat ku bi awayekî ku di berjewendiya teva de bê bê çareser kirin.