Ne Bediüzzaman e, Belaüzzaman e
Ev beşek ji nivîsa Riza Zelyut e.
Ne Bediüzzaman e, Belaüzzaman e..
Dibêjinê ‘Bediüzzaman’ lê ez dibêjim ew ‘Belaüzzaman’e, Ez behsa babê ruhanî yê terîqete Nurciya dikim. Ew(nurcî) vî kesî wek ‘Bediüzzaman’ didin naskirin. Ew hinek sifatên sexte didin wî. Ew Seîdê Kurdî ye. Gelek kes di Televizyon û medyayê de gelekî wesfên wî didin. Dibêjin ew zaneyek mezin e û dibêjinê Hazret. Lê ezê ji were bêjim ka ew kîye.
Seîdê Kurdî, di beşek jiyana xwe de eşkere kurdî tî kiriye. Di nav damezirandina welatek bi navê Kurdistanê de cih girtiye. Sala 1919-ê ji bo damezirandina Kurdistanê, Kürdistan Teali Cemiyet çîbûye û vî kesî li vê derê berpirsiyarên giring wergirtine. Serokê Kurdistan Teali Cemiyetî Seyid Abdulqadir, Emîn Elî Bedirxan, Saidê Nursî û Şikrî Sekban bi hevre pêwendî li sefareta, Amerîka, Ingiltere û Fransa re danîne projeyên damezirandina dewletek Kurdî pêşkêşî wan kirine.
Seîdê Kurdî, di nivîsên xwe yên sala 1909-ê nivîsin de, avakirina dewletek Kurdî diparêze. Pirtuka “ İki Mekteb-i Mus”betin Şahadetnamesi Yahut Divan-i Harb-i Örf” ve Said-i Kürd”’ de eşkere ji bo hişyarbûnê banî miletê Kurd dike û dixwazê wan li dora fikrên qewmî kom bike.
Di vê pirtuka xwe de dibêje:“ Eger ez li çend gotina ji xelkê xwe re (Ebna-i cinsim) nebêjim dê kêmasiyek hebe. Ey Kurdên di dema Asuriyan û Keyan de qehremaniyên mezin kirin, Kurdên qehreman, hun 500 salan razan, bese vêca hişyar bibin, bûye sibeh, heyne wê hovîtî we talan bike. Hikmetê Îlah fermanê didê we ku, divê hun ji parçebûne xilas bibin û hêza we bi dilop, dilop neherikînin da ku winda nebe. Mêraniya xwe û hêza xwe li derdora qewmiyeta xwe kom bikin da ku hun miletek Kurd derxin holê.“
Ev Seîdê Kurdî li gel hevalên xwe bi Kurd tealî Cemiyetî vekirî dijminetiya Ataturk dikiran. Ez di vê derbarê de kitêbekî amade dikim û dema ev kitêb derkeve hunê gelek tiştan di vê derbarê de bibînin.