Polîtîk

38 Partî biryara referanduma serxwebûnê didin

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel aliyên siyasî civiya û di vê civînê de behsa kêşeya serokayetiyê û qeyrana darayî û pirsa referanduma serxwebûna Kurdistanê bike.Civîna Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê destpêkiriye û têda her sê babetên kêşeyên serokayetiyê, qeyrana darayî û pirsa referanduma serxwebûna Kurdistanê tê gotubêjkirin. Lê Tevgera Goran û Komeleya Îslamî, beşdarî vê civînê nebûne.Serokê Herêma Kurdistanê bi 38 partî û aliyên ku muhleta fermî hene vexwendine vê civînê û ji bilî Tevgera Goran û Komela Îslamî hemû aliyan jî, beşdarî civînê kirine û Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîr û Qubat Talabanî Cîgirê Serok Wezîr jî beşdarî civînê bûne.

Back to top button