CivakPolîtîk

“Civîna PDK û YNKê erênî bû..YNKê projeyek pêşkêşî PDKê kir”

PDK û YNKê îro civiyan û herdu alî dibêjin civîna wan erênî bû, herwiha nêrînên wan ên hevbeş hebûn li ser bûyeran hebûn. Herwiha YNKê projeyek di civînê de da PDKê.Şandên PDK û YNKê îro li Hewlêrê civiyan û derbarê wê civînê de Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Pîre ji malpera KDP.info re ragihand: “PDK û YNKê div ê qonaxê de kar dikin bo çareserkirina pirsgirêkan û pêkve li ser bingeha hevbeş ligel aliyên siyasî biaxivin bi taybetî pêşniyarên YNKê ku dixwaze bi rêya projeyê hemû alî li ser masa diyalogê gotûbêjan bikin, ji ber ku di dawiyê de her divê kom bibin. Civîna îro gelekî erênî bû. Me herdu aliyan tekez li ser başkirina rewşa Kurdistanê kir.”Hevdem Endamê şanda danûstandinan a PDKê Dilşad Şeiban derbarê naveroka civînê ji malpera KDP.info re ragihand: “PDK û YNKê wek 2 hêzên bi bandor pêwîst e xwedî nêrînên hevbeş bin derbarê bûyerên niha da ku sûdekê ji gelê kurd re bi dest bînin. Îro YNKê projeyek pêşkêşî PDKê kir, em jî wek PDKê dê gotûbêjê li ser bikin û bersiva wan bidin. Lê bi giştî nêrîna me hevbeş e li ser bûyeran. Civîneke me ya din maye. Civîna îro erênî bû.” 

Back to top button