
Hevdîtina Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Soçiyê nêzî 3 saetan dewam kir.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov der barê hevdîtinê de got, “Beşa yekem a hevdîtinan avaker bû, tê payîn ku piştî hevdîtinê tu belge neyên îmzekirin.”
Piştî hevdîtinê Konferansek rojnemevanî li darxistin û axivîn.
Pûtîn di axaftina xwe de behsa van xala kir:
- Em dibînin ku bazirganiya me ya dualî ji sedî 80 zêde bûye, me îradeya xwe ya di mijara diravê navxweyî de pêşkêş kir. Bipejirînin ku kêmtir pereyên dolar û ewro bikar bînin
- Em dibînin ku ew 20 milyar metrekup gaza xwezayî di xeta Şîn de bê veguhizabdin , em dixwazin diyar bikin ku Rûsya dê her dem di gaza xwezayî de hevkarê wê yê herî mezin be.
- Eger hemî cezayên li ser hinardekirina hilberên çandiniyê yên Rûsyayê werin rakirin. Em amade ne ku Peymana Genim ji nû ve bêxin rojevê.
- Em ên wek Rûsya, Tirkiye û Qeter amade ne ku genim bêpere bişînin welatên feqîr.
- Em amade ne ku bi fînansekirina Qeterê projeyek wiha pêk bînin, bi rêya Tirkiyeyê 1 milyon ton genimê ji Rûsyayê bi bihayekî tercîhî bikin ard. Qeter jî ji ber sedemên însanî vê yekê difikire. Em bi 6 welatên Afrîkayê re dixebitin
- Em projeya genim a ku em ê bi Tirkiye û Qatarê re bikin wek alternatîfa înîsiyatîfa Behra Reş nabînin.
Erdogan peyamên xwe wiha anî ziman:
- – Hêvîdar im xebatên nû yên Neteweyên Yekbûyî bigihêje encamê.
– Divê Ukrayna nêzîkatiyên xwe nerm bike
– Em dikarin berhemên genim bi şiklê ard bişînin welatên Afrîkayê