Civîna digel diplomatkarên biyanî û rêxistinên ser bi NY ve
Îro li bajarê Hewlêrê, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê û Felah Mistefa serokê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê digel konsolos û nûnerên welatên biyanê û rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgiurtî ve yên li herêma Kurdistanê civiyan.
Mexsed ji civnê ew bû da ku nûnerên welatên biyanî û rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve haydarî rewşa siyasî û pêşketinên dawiyê yên rojeva herêma Kurdistanê û Îraqê bibin.
Di destpêka civînê de Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve bi xêrhatina nêvanan kir û wî bi taybetî bixêrhatina konsolosê Misrê yê herêma Kurdistanê ku ev çend rojên weke yekemîn konsolosê weletekî erebî li Hewlêrê det bi karên xwe kiriye, kir. Mistefa got ku nuha 18 welatan konsolxane û nûneratiyên xwe li herêma Kurdistanê vekirine.
Paşî Mistefa behsa biencamgihiştina destpêşxeriya serok barzanî û civînên li Hewêlêr û Bexdayê yên di bin serokatiya Barzanî de kir û got ku di civîna Hewlêrê de ku, hemû serokên lîste û qewareyên siyasyên îraqî amadebûn, karnameya civînê bi tevya dengan hat qebûl kirin û paşî di civênên li Bexdayê jî de rêkeftin li ser hemû pirsan hat kiirn û di encam de hemû alî li ser destnîşankirina her sê serokatiya; serokomar, serokwezîr û serokê parlamentoyê razî bûn.
Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma kurdistanê behsa rewşa emnî ya Îraqê kir û got ku ev demeke hevwelatiyên mesîhî li Îraqê bûyne armanca kiriyarên terorîstan û di vê çarçoveyê de Hisên behsa siyaset û helwesta serok Barzanî û hikûmeta herêma Kurdistanê ya di warê pêşwazîkirin û vekirina deriyên herêma Kurdistanê bo hevwelatiyên mesihî li deverên din yên Îraqê bo herêma Kurdistanê da ku bi aramî û azadî bijîn, kiir.
Hweras Hisên daxaz ji civaka navdewletî kir ku, di warê alîkarîkirina hevwelatiyên mesîhî yên ku jiber şidet û zilma terorîstan ji deverên din yên Îraqê hatîne herêma Kurdistanê, .hevkariya herêma Kurdistanê bikin
Konsolos û nûnerên welatên biyanî û rêxistinên Netweyên Yekgirtî destpêşxeriya serok Barzanî bilind nirxand û her bi wê minasebetê, yarmetîdana îraqiyan û rizgarkirina Îraqê ji kirîza siyasî, pîrozbahiyên xwe pêşkeşî serok Barzanî û herêma Kurdistanê kirin.
Di dawiya civînê de diplomatkar û nûnerên welatên biyanî û rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve sipaisya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku her heyam-heyam civînê bi vî awayî saz dikin û wan li ser pêşhat û guhertinên meydana siyasiya Îraqê û herêma Kurdistanê agadar dikin.