Nivîsar

Çima YNK li hember operasyonên leşkerî yên Tirkiyê bêdeng dimîne?

Li gorî agahî û nûçeyên taybet ên çapemeniya Silêmaniyê, rayedarên YNK’ê li Silêmanî û Enqereyê 3 caran bi dizî bi rayedarên MÎT’ê re hevdîtin kirine.

Di civîna dawî ya Enqereyê de ku Bafel Talebanî jî tê de amade bû, her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku Tirkiye li Silêmaniyê operasyoneke leşkerî li dijî PKKê bike û YNK jî hevkariyê bike. Li hember vê yekê mercê YNKê ew e ku Tirkiye cezayên li ser firokexaneya Silêmaniyê rake û pêwendiyên YNK û Tirkiyê asayî bike.

Li gor rêkeftina navbera Tirkiye û YNKê, Tirkiye dê di demek nêzîk de 5 hezar leşker bişîne Silêmaniyê. Li Qendîl, Şarbajêr, Asos, Mawat û Pênciwênê wê li dijî PKK’ê operasyonên leşkerî bên kirin.

Kesên ku li pişt asayîkirina peywendiyên navbera Tirkiye û YNKê ne, Hakan Fîdan û konsulê nû yê Tirkiyê li Iraqê ne. Berdevkê YNKê Sadî Ehmed Pîre di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka ev agahî piştrast kir.

Rayedarên YNKê ji Tirkiyê re ragihandin ku ew ji hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê ne kêfxweş in û hebûna PKKê bûye sedem ku pêwendiyên YNK û Tirkiyê bigihin asteke xirab.

Bêdengiya YNK’ê ku dostekî nêzîk ê PKK’ê ye, ji hewldan û danûstandinên ji bo asayîkirina têkiliyên YNK û dewleta Tirk tê.

Di paşerojê de dê encamên van hevdîtinan bi awayekî fermî bên ragihandin û hevkêşeyên siyasî bi tevahî berovajî bibin. Di siyasetê de dostên ebedî nînin. Merc encam diyar dikin.?

  • Ev nivîs ji Facebooka Dilovan Ali hatiye wergirtin
Back to top button