ÇIMA NAVÊ ”DALKURD”Ê TÊ GUHERTIN?
Ev e çend roj in ku Medyaya Kurdî ji bo guhertina navê tîma futbolê ya bi navê DALKURDê serobin bûye û nerazîbûneke emzin diyar bûye.
DALKURD di 2004an de hatiye avakirin û dengvedêriyeke mezin daye, bi milyonan ciwanên Kurd jê re heyran mane.
Niha dewlemendekî kurdnijad bi navê KAWA, ji %49 wek hise Dalkurdê kiriye û dixwaze navê wê digel logoya wê jî biguherine. Niha kongreyeke awarte jî di 23ê vê mehê de amade kiriye ku navê wê biguherînin.
Logoya Dalkurdê, Alaya rengin e û navê wê bu kurdî û kurdewarî ye.
Lê navê nû daniye BIRATÎ û wêneyê beranekî li serê danîne.
Diyar e ji xwe beran hertim an dibe qurban an jî tê serjêkirin û dibe qelî.
Diyar e guhertina navê DALKURDÊ jî, dekek ji dekvaniya kerkûkfiroşan e.
Hêvîdar im ku Medyaya Kurdî û hemû dam û dezgehên Kurdan xwedîtî li Dalkurdê bikin û li dijê guhertina navê DALKURDê derketin, fersend jî nedin dekvanên dilnepak.
Silav û serkeftin…
06/ 02/ 2021
Zeynelabidin Zinar