Çima deng bi HDP bidin

Nûrî Çelîk  bersiva pirsên Rojevakurd dide û dibêje: Her çiqasî HDP ji alî Ocalan û MÎT a Tirkiyê ve hatibe damezirandin jî, her çiqasî serwerî û rêvebirîya HDP di destên Tirk û çepên Tirkan de be jî, HDP li ser ked û xwîna Kurdan mezin bû û 6 milyon Kurd dengên xwe dan HDP. Yanî, HDP her çiqasî xwe wek partiyek Tirkiyê bibîne û dibîne jî, bingeha wê Kurd in û divê ev yek li ber çav bê girtin.40 salên şerê çekdarî ji Kurdan re tiştekî berbiçav neanî û tiştekî bingehîn nehat bidestxistin. Ev yek nîşan dide ku êdî divê Kurd berê xwe ji şerê çekdarî ber bi siyaseta legal ve biguherin û tiştên ku bi şer nikarîbûn bidest bixin, di siyaseta legal û di parlamentoyê de hewl bidin bidest bixin. Ji ber vê, divê Kurd herin ser sindoqan û dengên xwe bidin. Pirs: Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biçin ser dindoqan û deng bidin? Eger belê, çima deng bidin û deng bi kîjan alî, partî yan kesî bidin? Eger nexêr çima deng nedin? Bersiv: Ev 90 sal in Kurdên Bakur di hilbijartinên Tirkiyê de deng didin. Baş yan xirab, xêr yan nexêr, dengê xwe didin partiya ku nêzîkî xwe dibînin û hêviyekê jê dikin. Helbet di hilbijartin û dengdayina heta îro de tu partiya sîstema dewleta Tirk ji bo Kurdan tiştekî berbiçav nekiriye. Her çiqasî berî hilbijartinan partiyên Tirkiyê soz û peymanan didin ku pirsa Kurd çareser bikin jî, piştî ku deng û rayên Kurdan stendin, her tişt tên jibîrkirin û herkes diçe mala xwe.Di 10 salên dawiyê de li Tirkiyê gelek partiyên Kurd ên legal hatin damezirandin û gelek nûnerên Kurd ketin meclîsa Tirkiyê. Lê mixabin wan nûner û wekîlên Kurd jî nikarîbûn derkevin derveyî sîstema dewletê û yên ku xwestin behsa pirs û pirsgirêkên Kurdan bikin, yan ji wekîltîyê hatin dûrxistin, yan jî hatin desteserkirin. Herî dawîn Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi 80 wekîlên xwe ket parlamentoya Tirkiyê û serkeftinek pir mezin bidest xist. Zêdeyî 100 şaredarî bidest xist. Lê mixabin hem ji alî dewletê ve, hem ji alî PKK ve rê li ber siyaseta wan a legal hat girtin, nehiştin HDP siyasetek serbixwe bimeşîne, siyasetek bi wesayet hat meşandin û ew hêz û serkeftina mezin hat hebakirin.  Ev yek belkî di dîroka Kurdên Bakur de şoreşa herî mezin bû. Kurd tucarî bi hêzek ewqas mezin neketibûn parlamentoya Tirkiyê. Hem jî wek partiyek serbixwe û cuda. Lê wek me got, dewlet û PKK ji hêz û mezinbûna HDP û siyaseta legal çavtirsandî bûn, tirsiyan ku hefsar ji destê wan derkeve û Kurd bi saya serê HDP doza daxwazên mezintir bikin.Ji ber ku piranîya bingeh û dengdêrên HDP Kurdên welatperwer û alîgirên PKK bûn, HDP mecbûr ma siyasetek bi wesayet û girêdayî rê û daxwazên PKK bimeşîne. Ji ber vê jî, PKK çi danî ber HDP HDP ew pêk anî û xeletîyên ku dermankirina wan pir zahmet e, kirin. Wek şerê xendekan, wêrankirina 13 bajarên Kurdistanê, kujtina nêzîkî 10 hezar xort û keçên Kurd û koçberkirina bi sedhezaran Kurd.Îro li Tirkiyê herçar partîyên mezin wek AKP, CHP, MHP û HDP partiyên dewletê ne, partiyên sîstemê ne. AKP, CHP û MHP di derbarê al û yekrêziya xaka Tirkiyê de çi dixwazin, HDP jî kêm yan zêde heman tiştan dixwaze. Ango, HDP berjewendiyek mezin ji Kurdan re naxwaze û di dema bihêzbûna xwe de jî tiştekî berbiçav ji Kurdan re nekir. Her çiqasî HDP ji alî Ocalan û MÎT a Tirkiyê ve hatibe damezirandin jî, her çiqasî serwerî û rêvebirîya HDP di destên Tirk û çepên Tirkan de be jî, HDP li ser ked û xwîna Kurdan mezin bû û 6 milyon Kurd dengên xwe dan HDP. Yanî, HDP her çiqasî xwe wek partiyek Tirkiyê bibîne û dibîne jî, bingeha wê Kurd in û divê ev yek li ber çav bê girtin.40 salên şerê çekdarî ji Kurdan re tiştekî berbiçav neanî û tiştekî bingehîn nehat bidestxistin. Ev yek nîşan dide ku êdî divê Kurd berê xwe ji şerê çekdarî ber bi siyaseta legal ve biguherin û tiştên ku bi şer nikarîbûn bidest bixin, di siyaseta legal û di parlamentoyê de hewl bidin bidest bixin. Ji ber vê, divê Kurd herin ser sindoqan û dengên xwe bidin.Çima HDP?AKP û Erdogan di destpêkê de gelek soz û peyman dan Kurdan û bi dengên Kurdan bûn desthilatdar. AKP û Erdogan ev 16 sal in bi dengên Kurdan hikimdar in. Lê piştî ku girêka xwe li pişt werîs xistin û temamê dezgehên rêvebir xistin bin destên xwe, îcar dest bi dijminatîya Kurdan kirin. Ne tenê li Bakur, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî dest bi djiminatî û berberîya Kurdan kirin. Piştî ku AKP û MHP ji bo hilbijartinan bûn tifaqdar û şirîk, dijminatîya li hember Kurdan zêdetir bû û AKP rûyê xwe yê rastîn eşkeretir kir. Partîya Ataturk CHP ji roja roj û heta îro jî li ser bingeha dijminatî û înkarkirina Kurdan hatiye avakirin û tiştek ji Kurdan re nekiriye, partiyek Kemalîst e. Ji xwe em behsa partiya nîjadperest MHP nakin. Di destê Kurdan de tenê HDP dimîne. Wek me li jor jî behs kir, her çiqasî HDP bi destê Ocalan û MÎT a Tirkiyê ( ku MÎT jî di bin destê Erdogan de ye) ji bo rêlibergirtin û astengkirina pêşketine netewperweriya Kurd hatibe damezirandin jî, her çiqasî serwerî û rêvebiriya wê Tirk û çepên Tirk û Alewîyên Kemalîst bin jî, HDP li ser ked û xwîna Kurdan mezin bûye û bi dengên Kurdan bûye HDP. Em jê hez bikin yan nekin, em wê  biecibînin yan neecibînin, di destê Kurdan de ji HDP pêve tu alternatîfek din tuneye. Ji xwe rewşa her pênc partî û tevgerên Kurd ên ku dixwestin bi HDP re tifaqê bikin, li holê ye. Ne alternatîf in û ne jî halîhazir karin bibin alternatîf. Her çiqasî HAK-PAR xwe Kurdistanî bibîne û di bernameya xwe de doza federasyonê bike jî, bi çend namzetên serbixwe nikare bandorek mezin di parlamentoya Tirkiyê de bike. Lê kêm yan zêde, baş yan xirab, wê HDP zêdetir karibe dengên Kurdan û dengên çep û demokratên Tirk bidestxe û di vê hilbijartinê de bibe partiya bi bandor. Yanî, HDP ji Kurdan re alternatîfa bêalternatîfiyê ye. Madem em dibêjin divê Kurd êdî berê xwe bidin xebat û siyaseta legal, helbet divê deng jî bidin û partiya ku dengê xwe bidinê jî, li gor min divê HDP be. Divê em ji bîr nekin, parlamentoya Tirkiyê çiqasî pirreng be, çiqasî pirdeng be, çiqasî tevlihev bibe, di guhertina zagon û makzagonan de wê ewqasî karibe guhertin bên kirin. Her çiqasî ji bo Kurdan guhertinên mezin neyên kirin jî, wê Kurd jî karibin ji wan guhertinên piçûk sûde wergirin.Boykot:Hinek Kurdên me behsa boykotkirina hilbijartinan dikin. Bêguman boykotkirina hilbijartinên dewletek dagîrker, helwestek Kurdistanî ye. Ev bêguman e. Lê boykotkirina bi çend kesan bê wate ye. Boykotkirin bi hêzek mezin watedar dibe û deng dide. Heke niha 6 milyon Kurd hilbijartin boykot bikirina, wê li seranserê dinyayê dengek mezin bida û wê cudabûna Kurd û Tirkan zelaltir bibûya, wê rayedarên dewleta Tirk mecbûr bimana ku hinek gavan bavêjin. Lê mixabin îro ew hêza ku karibe bi deng û hêzek mezin hilbijartinan boykot bike û cîh li rayedarên dewleta Tirk teng bike, tuneye. Boykotkirina bi çend kesan, yan bi hêzek kêm û lawaz, wê tenê bi kêrî AKP, Erdogan û MHP bê.Pirs:  Gelo piştî hilbijartina dê guhertin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çê bibin û dê çi bandor li ser pirsa kurd bike?Bersiv: Helbet guhertinên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê girêdayî hêz û dengê Kurda ye. HDP bi 80 wekîl û 100 şaredariyên xwe nikarîbûn guhertinekê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çêkin. Heke HDP bendavê derbas bike, incex dîsa karibe bi 60-80 wekîlan bikeve parlamentoyê û bi serê xwe ewê dîsa nikaribe guhertinekê çêke. Lê ku HDP bi CHP re li ser hinek xalên girîng (wek avêtina hinek gavên demokratîk, çareserkirina daxwazên Kurdan, perwerdeya bi zimanê Kurdî  û wekî din) li hev bike, belkî hinek guhertin bên kirin. CHP ji bo ku desthilatdariyê ji destê AKP û Erdogan derxe û bibe desthilatdar, belkî hinek daxwazên HDP qebûl bike. Lê helbet wê tu daxwazên mezin jî ji CHP neyên kirin, ji ber HDP êdî teslîmî çepên Tirkan û Kemalîstan hatiye kirin û mejiyê HDP mejiyê Tirkayetî û Tirkiyeyîbûnê ye. Heke HDP bi kêmanî karibe perwerdeya bi zimanê Kurd bi CHP bide qebûlkirin, wê Kurd dîsa li karê bin. Lê ez texmîn nakim tu guhertinên mezin li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bibin. Ji bo guhertin bên kirin, divê zagon û makzagonên Tirkiyê bên guhertin ku ev jî tê wateya guhertina sîstema dewleta Tirk.Pirs: Piştî hilbijartinan, encam çi be bila bibe, dê pêvajoyek ya ji bo hewldana çareseriya pirsa kurd bikeve rojeva dewlet û hikûmetê?Bersiv: Çareserî heye û çareserî heye. Çareseriya resen naskirina nasname, ziman û xweserî ango otonomî, federasyon yan jî serxwebûna Kurdistanê ye. Ev dûrî aqila ye. Lê wek me li jor anî zimên, heke HDP bendavê derbas bike û ji bo desthilatdariya CHP bi CHP re li hev bike, dibe ku çareseriya hinek pirsgirêkên wek perwerdeya ziman, azadiya fikr û ramanê, rêvebirî û desthilatdariyên herêmî, guhertina navê gund û bajaran û wekî din bên çareserkirin. Lê zêdeyî van wê guhertinên mezin nebin. Destpêkirina pêvajoya çareserkirina pirsa Kurd bi AKP û Erdogan dest pê kir û bi wan dawî lê hat. Heta sîstem û makzagona dewleta Tirkiyê neyên guhertin, wê destpêkirina pêvajoyek saxlem û bingehîn zehmet be. Pêvajo dest pê bike jî wê wek berê di pişt derî û perdeyan de dest pê bike û bê bingeh be. Ji aliyê din, tiştê ku AKP û Erdogan mecbûrî hevdîtin, mizakere û destpêkirina pêvajoya aştiyê kir, şer bû, şer û hêza PKK bû. Lê wek dixuye, ew hêza ku wek berê PKK karibe yan jî bixwaze şer bike û rayedarên dewletê mecbûrî ser maseyê bike, naxuye. Pêvajoya çareserkirina pirsa Kurd (yanî otonomî, federasyon yan serxwebûn) halîhazir zehmet e, ew şert û şirûtên berê jî kêm in, yan jî nemane. Lê di siyaseta legal û parlamentoyê de incex pirsgirêkên demokratîk û mirovî bên çareserkirin. Heke Tifaqa Komarî (tifaqa AKP û MHP) biserkeve û bibe desthilatdar, ji xwe meriv nikare behsa pirsa Kurd û çareseriyê bike. Lê dibe ku lihevkirina HDP û CHP hinek gavên demokratîk û mirovî bi xwe re bîne ku Kurd jî karibin jê sûdê wergirin..

Nerîna min :