Polîtîk

Çilingir: Mithat Sancar Kurdan şermezar kir

Tamer Çilingîr ku nivîskarekî Rumên Pontus(Deryaya Reş)e rexne li axaftinên Mithat Sancar Hevserokê HDP kir û got: Mithat Sancar Kurdan û me jî şermezar kir.

Çilingir dibêje: Tu behsa kîjan şerê rizgariyê dikî? Başe Mithat Sancar ka bibêje çi li serê wan Ermenî, Rum, Suryanî û Yahudiyan hat. Ji kî rizgarbûn Mithat Sancar? Ewê ku qaşo digotin dagîrkerin ew Italiyên ku çekên xwe pêşkêşî Kuwayî Milliye kirin? an Fransiyên ku çek firoştin Kuwayî Milliye? Yan li wê pêvajoya ku têda ji difna yek leşkereke Brîtanî jî xwîn nerijayî? yan ji Yunaniyên ku nedixwestin şer bikin û heta Eskişehirê hatin û çavê xwe ji Rumên Pontusê re girtin? 19 Gulana 1919 heta 1923 yan 353.000 Rumên Pontusî û 8.000 Rumên Pontusiyên Asyayî hatin kûştin û ji 1.250.000 Rum jî hatin koçberkirin, ewê mayîn jî eve sed sale asîmîle dikin tu behsa rizgariya van kesan dikî? hûn ji vî xelkê sivîl rizgarbûn? Eve ye ew şerê rizgariyê ku tu dibêje ev komkujiye.

Her wiha Çilingir dibêje: Piştî ku Parlementoya tirkiye pêkhat piştî 6 rojan 29.04.1920 yasaya diyaneti wataniye derxistin. Ew kesên ku ne ji wan bin hemûyan xiyanetkarê welat ragihandin û heta sala 1923 hezar û pênç sed kesan bi biryarên dadgehên istiklala ku 18.09.1920 hatibû damezrandin darvekirin. Paşê Artêşa Neteweyî damezrandin û operasyonan li deverên Sîwas, Canik, Sînop, Amasya, Tokat, Çorum, Yozgatê encamdan. Li bajaran yek kesê Brîtanî, Fransî, Îtalî an jî yek leşkerê Yunanî nebûn. Li wê deverê jî ji bilî Artêşa Neteweyî hîç artêşek jî tûnebû. Ev cografya ya Pontusa ye, Ew artêşa navendî li vê deverê li dijî kî şerê rizgariyê pêkanî Mithat Sancar? Ev artêşa navendî 353.000 kesên pontusî qirkirin û heman deman de û heman artêşê li Koçgiriyê jî bi hezaran Kurd qirkirin û kûştin. Mithat Sancar te li axaftina xwe de Gazi Mistefa Paşa dixwest kêşeya Kurd çareser bike. Ev parlementoya tu behs dikî parlementoyeke komkujiyê ye û çendîn jenosayd kirine. Kerem bikin hûn jî lêkolînê bikin bibînin.

Başe Mithat Sancar ez bawerim niha ew Parlementoya dijî Kurd, neyarê Kurd û dijminê xwîna Kurd bi piya çepikan ji bo we lêxistiye. We Kurdan şermezar kir Mithat Sancar û em jî şermezar bûn.

Mithat Sancar çi gotibû?

Mithat Sancar Hevserokê HDP 23.04.2020 li Parlementoya Tirkiyê axaftinek li ser 23ê nîsanê kir û got gelek girînge mirov rûpelên dîrokî yên bi rûmet bi bîr bîne. Kongreyên di dema Şerê Rizgariya tirkiyê li Parlementoya tirkiyê de wekî rûbarek bûn ku diketin nava deryayê. Hemû Neteweyên tirkiye bi Tirk, Kurd û Ereb û pêkhatên din ve pêkve şerê rizgariya tirkiye kirin.

Back to top button