Cihê kurd lê hebin wê ala Kurdistanê bê hildan
Serokê Perliyamenta Kurdistan: Her cihê ku Kurd lê bê Divê Ala Kurdistanê lê Bê Hildan 13-Oct-11 [19:9] PeyamnerHewlêr 13 Cotmehê / Oktober (PNA) – Serokê Parlementoya Kurdistanê, daxuyanî li ser fermana Nurî malkî da û got: Her cihekî ku Kurd lê hebin, divê Ala Kurdistanê lê bê hildan, çûnkî ev Al nûnerayetiya Herêma Kurdistanê dike.
Ala Kurdistanê
Kemal Kerkûkî, serokê Parlementoya Kurdistanê li daxuyaniyeke xwe de bo ajansa Peyamnêr ragihand: Ala Kurdistanê nabê ku li ti cihî hijmarên wê bên kêmkirin ya rast ewe ku divê hijmarên ala Kurdistanê li cihên din jî bên zêdekirin, eger nûnerayetiya me li Bexdadê hebê divê Ala Kurdistanê li tenişta Ala Iraqê bê çûnkî nûnerayetiya Herêma Kurdistanê dike.
Serokê Parlementoya Kurdistanê weha jî xuya kir: Divê Ala Kurdistanê li Xaniqîn deh beramberî wê ala din bilind bibe, li gorî baweriyên me ewên ev biryar derxistine, hinek kesin ku naxwazin gelê Kurd û Ereb bi hevre bijîn, bo vê yek dixwazin arîşeyan dirûst bikin û Fîdralî Têk biçê, demokrasî nebê û herdem şer û pevçûn hebin.
Kerkûkî ev jî diyar kir: Ez bawer nakim ku Nurî Malikî serokê wezîrên Iraqê ev karê han kiribû û biryara rakirina alên Kurdî li ser avahiyên hukûmetê, lê her dîsanê kî bê bile bibe karekî şaş kirine, Kurdistan jî ne amadeye ku li her cihekî bêrêzî li hember ala Kurdistanê bêkirin.
Nûçe:Hêmin Sabir
https://rojevakurd.com/politik/8639-Hikmeta-raq-alay-Kurdistan-qebl-nake.html