Cîhan

Cîhana muzikê dengê herî mezin winda kir

Dengbêja di cîhanê de naskirî Whitney Houston jiyana xwe ji dest da. Whitney Houston di temê xwe yê 48 salî de ji vê cîhanê bar kir. Doh li Amerîka li Californiya di otela ku Whitney Houstonlê dima mirî hate dîtin. Heta niha sedemê mirina dengbêj û hûnêrmenda navdar ne diyare. Di vê derbarê de lê pirsîn tê kirin. Lê herweha dihat zanîn ku pêwendiya Whitney Houstonmadeyên hişbir ve hebû. Eve demek bû li ber xwe dida ku jê xilas bibe.

Di cîhanê de dengê Whitney Houston dengek cuda û gelek hêja dihat qebul kirin .Di cîhana Muzîkî de gelek xelatên mezin standine.

Strana Whitney ya gelek naskirî:I Will Always Love You

Back to top button