Ciwan Haco “VEGER“îya

 
’’VEGER’’, albûmek e ku ji wan stranên Ciwan Haco yên ku di salên destpêkê yên xortanîya xwe de disitirîn, pêk tê. Ciwan Haco, di wî temenê xwe yê ciwanîyê de jî li gor şêwaz û teknîkeke nû, lê bi motîvên muzîka gelêrî li tembûra xwe dida û stran digotin. Gotinên hin ji wan stranan bi xwe dinivisand û bestesazîya wan dikir. Hinek ji wan jî, ji alîyê xwîşka wî Dîlber Haco ve dihatin nivisandin. Wê serdemê, kurdên Sûriyeyê, nexasim yên nêzîkê sînor, karibûn guhdarîya radyoya TRTê bikira. Ciwan Haco jî guhdarîya wê radyoyê dikir û ji bo stranên ku diecibandin gotinên kurdî dinivisandin û bi wî awayî disitirî.

Ciwan Hacoyê ku yek ji stêrkên herî geş yê muzîka kurdî ye bi albuma xwe ya ’’Veger’’ me dibe salên ku nû dest bi muzîkê kiribû. Di vê albûmê de Ciwan Haco, strana Aşık Daimi ya bi navê “Ne Ağlarsın” û ya Neşet Ertaş a bi navê “Tatlı Dillim” bi gotinên kurdî û bi navên “Esmer” û “Rêya Min Dûre” dixwîne.

Albûma nû ya Ciwan Haco, ji alîyê şirketa muzîkê ya bi navê “Pelrecords’’ê ve, ku demek berê di muzîka kurdî de bi derfetdayîna dengên nû navê xwe da bihîstin, hatiye hilberandin. Produksiyon û aranjorîya albumê jî Ayhan Evciyê ku ev demeke dirêj e bi Ciwan Haco re dixebite hilgirtiye ser milên xwe.

Herweha di albûmê de, ji muzîsyenên nifşeya nû Ümit Yılmaz bi tembûrê,  Ali Busse bi bas-gîtarê,  Ata Güner bi perkusyonê, Hüseyin Kemancı bi kemanê, Turan Vurgun bi qanûnê, Göksun Çavdar bi klarnetê, Sercan Halili bi kemançeya klasîk, Mubin Dünen bi neyê, Chris Harms, Steven Pfeffer, Ayhan Evci û Bernd Hilgert bi gîtarê û ji muzîsyenên nifşeya nû yê alman Gerrit Heineman jî bi klavyeyê hevkarîya Ciwan Haco dikin. 

Di hin stranên albûmê de Rosna, Yekbûn û Mizgîn bi paşdengên xwe wek vokal alîkarîya Ciwan Haco dikin.   

Di albûmê de hûrgilîyeke balkêş jî ewe ku, ji bo strana “Esmer” a berhema  Aşık Daimi ya bi navê “Ne Ağlarsın”,  Ciwan Haco û Hülya Avşarê duetek çêkirine û di klîba heman stranê de jî dileyizin.

Albûma ‘’Veger’’ ku dê ji alîyê Sony Musicê ve bê belavkirin, ji bo ku pêvajoya muzîkal a Ciwan Haco nîşan dide, xwedî taybetîyeke girîng e. Albûm, dê di 14ê sibatê de li refên marketên muzîkê cihê xwe bigre.

Şayanê gotinê ye ku, dê Pelrecords di demeke nêzîk de hemû albûmên ku Ciwan Haco heta niha derxistine bi awayeke giştî cardin bide weşandin.  

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: