Civak

Cîgirê serokwezîr: Xwepêşandan û boykotkirina xewndinê çareseriya kirîzên hene nake

 Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê digel sekreter û berpirsên liqên Yekêtiya Mamosteyên Kurdistanê civiya û di civînê de Talebanî sipasiya rola mamosteyên Kurdistanê di warê xizmetkirin bi niştiman û pêgehnaidna nifşê nû kir û tekîd li ser wê yekê kir ku daxwazên mamosteyan rewane, lê xwepêşandan û boykotkirina xewndinê çareseriya pirsgirêkan nake.Cîgirê serokwezîr got ku, kirîza herêma Kurdistanê bi tenê tesîr li ser mamosteyan nekiriye, lê tesîr li ser hemû herêma Kurdistanê kiriye, jiber hindê divê hemû bi berpirsane digel rewşa heye tevbigerin û rewşa niha herêma Kurdistanê tê derbas dibe li ber çavan bigirin, çênabe kirîzên hene têkelî pirsên siyasî bikin û Kurdistan ber bi aqrtekî nearam bibin. Hikûmeta herêma Kurdistanê bi hemû îmkanên xwe lêdixebite ji vê kirîzê derbas bibe û pira miaşan bi giştî û miaşê mamosteyan bi taybetî çareser bike.Di civînê de ku wezîrê perwerdeyê, peyvdarê hikûmetê û sekreterê civata wezîran amade bûn, kirîza herêma Kurdistanê hat gotûbêj kirin û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, her yek li gor qebareya xwe berpirsiyariya xwe bi cî bike û daxwaz ji kanalên ragehandinê hat kirin rewşa herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin û xwe ji şêlûkirina rastiyan û mizayedeya siyasî biparêz in.

Back to top button