Cîgirê serokwezîr pêşwaziyê li wezîrê parastina Tirkiyeyê dike
Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja pêpncşemiyê 05.03.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Îsmet Yelmaz wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê û şandeya pê re kir.
Di civînekê de ku, wezîrê karûbarên pêşmerge, wezîrê karên navxwe, peyvdarê hikûmeta Kurdistanê û hijmareke berpirsên hikûmî amade bûn, rewşa nuha Îraq û herêma Kurdistanê tê de derbas dibin û cenga dijî terorê bi berfirehî hatin gotûbêj kirin.
Şandeya Tirkiyeyê got ku, di vê serdana xwe de wan serdana nawendên meşiq û rahînana pêşmerge li Soran kiriye û ew ji nêzîk haydarî rewş û awayeê birêveçûna meşiq û rahînanê bûne û diyar kir ku ew dê nawendên meşiq û rahînê berfirehtir bikin û di warê însanî û leşkerî de alîkariya herêma Kurdistanê bikin.
Wezîrê navxwe yê Kurdistanê Kerim Sincarî pêşwaziya Vezirê parastina Tirkiye dike
Wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê got ku, ew ewlekariya ax û xelkê herêma Kurdistanê bi ewlekariya xwe dizanin û gefên terorîstên DAÎŞ bo ser herêma Kurdistanê weke gef bo ser xwe dibînin.
Tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, têkeliyên navbera Hewlêr û Enqereyê di hemû warean de, bi taybetî di warê siyasî û êkonomî û civakî de bên berfirehkirin.
Cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya hikûmeta Tirkiyeyê kir ji bo wan alîkariyên bi herêma Kurdistanê re dikin û kêfxweşiya xwe li hember sewîyeya bilinda têkeliyên Kurdistan û Tirkiyeyê nîşan da û got ku, xelkê Kurdistanê bi hêviya têkelioyên baştir e digel Tirkiyeyê.