Polîtîk
Çîçek li gel BDP-ê cara duyem civiya
Di derbarê sund xwarina parlementerên CHP-ê de, serokê guruba BDP-ê Selahatin Demirtaş daxuyanik da û got:Ak Partiyê û CHP-ê li hevkirin û parlementerên CHP-ê sund xwarin. Eger em û Ak Partiyê jî li hev bikin emê herin parlementoyê û sund bixwin. Lê ew dixwazin me ji derî vê prosesê bigrin. Em sibe civîna guruba xwe li Diyarbekir çêdikin û biryarekî didin. Heta li hevkirinek çênebê biryara me ya boykotê, dê berdewam be.
Danê êvarî ji nivşkave serokê Parlementoyê Cemil Çîçek daxwaz kir ku berpirsên BDP-ê bibîne. Li ser vê yekê civînek di navbera Cemil Çîçek û Selahatin Demirtaş, Gulten Kişinak de pêkhat. Piştî civînê Çîçek ji rojnemevanera got ku, min ya xwe ji wan re got. Vêca biryar biryara wan e.