Civak

Cendekê 222 kurda ji gorekî komî hatin derxistin

Li parêzgeha Dîwaniyeyê nêzî 222 termên Kurd yên enfalkirî di goreke komî de, ji aliyê wezareta mafên mirovan ya Êraqê ve hatin derxistin.

Berpirsê beşê gorên komî yê Dîwaniyeyê Ziyad Kerîm derbarê vê mijarê de ragihand ku, dezgeha wana bi hevkariya komîteya navnetewî ya kesên nediyar, 6 cihên gorên komî destnîşan kirine û ji wana, 3 gor hatine vekirin ku 222 term jê hatine derxistn.

Wî berpisî da zanîn ku ew term hemû yên Kurdane û bi guleyên rêjîma dîktetor ya Sedam Hisên di sala 1987 de bi komî hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku ji astê 84 gorên komî yên li wezareta mafên mirovan ya Êraqê hatîn tomarkirin, heya niha 34 gor hatine dîtin û hatine vekirin.

Back to top button