Polîtîk

CHP kongereya awarte li dartêxe

Îro li Enqere kongreya CHPê ya awarte tê li darxistin. Ev kongre gelekî girînge û dikare bandorek taybet li rewşa CHPê bike . Piştî girtina serokê Şeredariya Stanbulê û hevalên wî , CHPê ji roja girtina Ekrem Îmamoglu heta niha di nava çalakiya de ye, rojane xwepêşandana dike û li dijê desthilatê û taybetî li dijê Erdogan û AK Partiyê helwesta xwe bi tundî dide nîşandan.

Di vê derê de ya herî balkêş hemû aliyên, çep heta çepên tundrew gelek aktîf di van xwepêşandanan de amade dibin, CHPê hewlda ku berê xwendevanên zanîngeha jî bide van xwepêşandana û xwendevana bêxe di nav çalakiyan de. Heta radeyekî serketinek destve anî. Lê vê derê ya girîng ewe ku, CHP dema van çalakiyan dike û muxalefetek tund li himber Erdogan dike, gotarek nû nabêje. Helwest bi tenê li ser dijitiya Erdogan hatiye avakirin.

CHP xwe wek partiyek Sosyal Demokrat dide nasandin û endamê sosyalist Enternasyonalîstê ye jî. Lê CHP di rastiya Tirkiye de tu cara nebûye partiyek sosyal Demokrat.

CHP biryara kongreya awarte ji bo ku, tirsa qayum neyê tayînkirin wergirt. Lê ji serî de heta niha kesên ku, gendelya Îmamoglu derxistin holê, endamên CHPê ne. Kesên hewldan ku qayum ji bo CHPê bê tayîn bikin endamên CHPê ne. Yanî bi awayek din problema CHPê di nava CHPê bi xwe de ye.

Di Kongreyê de heta niha berbijêrê ku şansê hilbijartinê heyî serokê CHPê yê niha Ozgur Ozel e. Lê herkes dizanê ku, Ozel di bin bandora Îmamoglu de serokatiya CHPê dike. Yanî di bingehê xwe de yê ku CHPê rêve dibe Ekrem Îmamogluye û vê yekê jî bi imkan û hêza xwe ya madî dike.

Di kongreyê de ji serokatiyê behtir hinek gurub hewldidin ku, hilbijartinên Meclisa Partiyê de bibin xwedî gotin û hewldidin hêjmara hevalbendên xwe di Meclisa Partiyê de zêde bikin. Kesê ku serkêşîya vê dike jî, parlementerê Stanbulê û cîgirê serokê CHPê yê berê Oguz Kaan Salici ye.

Bê guman gelek tişt hene ku, di debarê girtina Îmamoglu û hevalên wî de bêne gotin. Lê ev pirsgirêka dadweriya Tirkiye ye.

Hêja metirsî heye ku, kongreya CHPê ya ji berî niha yaku, Ozgur Ozel li himber serokê CHPê yê berê Kemal Kiliçdaroglu serketin destve anî, bê îptal kirin. Dê hingê tu hukmê vê kongreya awarte jî nemîne. Yanî CHP bi xwe serê xwe dixwe û di nava kelandinekî de ye.

Back to top button