CHP dixwaze berê xwe bide kurda
Enqere – CHP piştî îstifa kirina Denîz Baykal û hatina îdareyek nû, dixwaze berê xwe bide Kurdistanê û cardin di nav kurdan de ji bo xwe bingehekî peyda bike Ji bo vê yekê jî partî xwe amade dike ku li bajarên kurdan bigere û siyaseta xwe ya nû ji xelkê deverê re bêje.
Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu dê serdana Batmanê, Mêrdînê,Semsurê, Rihayê, Entabê bike. Herî dawî jî dê here Diyarbekir. CHP xwe amade dike ku li Diyarbekirê di derbarê pirsa kurd de hinek peyamên nû bide. Lê carekî baweriya xelkê herêmê di derbarê pirsa kurd de ji CHP-ê şkestiye û zû bi zû baweriyê naynin ku CHP dê ji bo pirsa kurd tiştekî bike. Ji ber ku CHP-ê di kongreya xwe de behsa pirsa kurd nekir û pirsgirêka li herêma Kurdistanê wek pirsgirêkek aborî da nasandin. Ev yek jî da kifşkirin ku, dê CHP siyaseta xwe ya kevin di derbarê pirsa Kurd de berdewam bike.