Polîtîk

CHP çû Dadgeha Destûrî

Îro CHP-ê ji guhertinên desturû yên ku di parlementoyê de hatin qebûl kirin îptal bibe serî li Dadgeha Destûrî da. CHP naxwaze ev guhertin çêbibin  û ji bo vê jî li gel dezgehên stukoyê diparêze bi hemi awayî hewl dide. Wek tê zanin ev guhertinên hatîn qebul kirin ji bo erê kirina wan divê di 12-ê Îlona 2010-ê de referendum çêbibe.

Lê CHP naxwaze bimîne hêviya ku milet biryarê li ser van guhertinan bide û hewara xwe gihand Dadgeha Destûrî. Ev Dadgeh jî vekirî wek dezgehek e ku naxwaze tu guhertin çibibe û di gelek waran de jî gavên ne qanûnî tavêjin. Piştî ev guhertin di parlementoyê de hatin qebûl kirin yên ku statukoyê diparêzin bi hemi awayî hêzên xwe kar tînin da ku nehêlin ev guhertin bibe qanûn û bikeve pratktîkê de.

Di parlmentoyê de CHP, MHP û BDP, dije van guhertinan deng dan. Diviya piştî erêkirina serokkomar di 60 rojî de referandum çêbuya. Lê Komisyona Hilbijartinan ya Bilind biryar da ku şûna 60 rojî, di 120 rojan de referandum çêbibe. CHP nekarî bimine hêviya biryara milet, dest karê xwe yê  ku nehêle ev guhertyin pêkwerin kir. Ji aliyê din ve MHP û BDP jî biryar dane ku di dema referandumê de dijê van guhertinan propagandê bikin û dengên xwe wek parlementoyê di referandumê de jî dijê guhertinan bidin.

Lê eger Dadgeha Destûrî li ser serlêdana CHP-ê tu biryara nedê, û referandum çêbibe dixweyê wê ev guhertin bi % 60 deng bigire û bête guhertin.

Back to top button